Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Aron Modig: ”Naxwazim kûr hizir bikim”

Hat weşandin fredag 10 augusti 2012 kl 11.25
Wêne: Franklin Reyes/Scanpix.

Aron Modig, serokê yekîtîya ciwanên demokratên xiristîyanî ji bernameya P1 morgon ya radyoya Swêdê re behsa qezaya siyarê ya di mehan heftan de li Kubayê bû dike di qezayê de rexnegirê rêjîma kubayî, Oswaldo Paya mir.

Modig di qezayê de bêhiș ketibû û polîsê herêmî wî girtin û jê pirsîn bê li Kubayê û bi vîzayeke turistî ҁi dike. Piștre wî birin Havanna ya paytext û di xanîyekî veșartî de jêpirsîna bi wî re berdewam kirin.

Modig dibêje ya herî nexweș û bitirs ew bû ku wî tiștek nizanîbû û nizanîbû jî li ku derê ye:

- Ya herî nexweș ew bû ku min nizanîbû wê ҁi bibe û ҁend demê wê bistîne û ku kes nizanîbû ez li ku derê me. Û dema min birin Havanna, ne balyozê swêdî jî bi ciyê min agahdar kiribûn. Modig dibêje, bi min zêde nexweș bû.

Û derbarê eger ev qeza hewildana kuștinê bû, Modig dibêje tiștek ji bûyerê nayê bîra wî û ji ber vê yekê jî kûr hizir neke.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".