Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Warê kana bi pêwîstîya jina ye

Hat weşandin fredag 10 augusti 2012 kl 14.42
Ronja Töyrä li LKAB. Wêne: Emil Östlund/Sveriges Radio

Têzek ji zanîngeha teknîkî ya Luleå diyar dike ku ҁanda macho, ango ҁanda req û mêrane di nav karkerên kana de kare ber li pêșketina di warê kana de bigire. Nuha șirketên kana hewil didin jinên bêhtir bikișînin vî warî bo ewlekirina kaneyan.

Ev demeke dirêj e ku jin tenê % 4 in ji temamê hejmara karkerên di kana de kar dikin, lê îro hejmara wan giheștîye % 8. Bi tevahî, li șirketa LKAB %13 jinin ji hejmara karkeran lê armanca wan ew e ku hejmara jinan bigihêje % 40.

Ronja Töyrä ya 21 salî yek ji kêm jinên di kana de kar dikin li LKAB li Gällevare, ji nuha ve tilîyek xwe ser kar kirîye.

-Töyrä dibêje bi hindekan zehmet e ku keҁ bên ser kar û bi heman karê tund û giran yên ew dikin, rabin. Lê Töyrä dibêje, ta dawî her fêr dibin. Li gor wê, hevalên wê jê re dibêjin ku ew jî ketîye bin bandora ҁanda macho de û henek û yarîyên wê req û mêrane bûne.

Harry Rantakyrö ji beșê nûҁeyên radyoya Swêdê, Ekot re dibêje ku jinên bêhtir di kana de pêwîstin. Ew bi xwe pisporê karmenda ye li Northland, yên nuha li karmendan digerin bo kana nû li Pajala yê.

Li gor wî jin bi ewleyîyê ji mêran bêhtir hizir dikin û pirbûna jinan di vî warî de dê hem ҁanda macho kêm bike û hem jî jîngeheke baștir ser karî saz bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".