Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Gotarên havînê yên serokên partîyan

Avahîya bingehîn pêșdexistîye ba partîya gel

Hat weşandin måndag 13 augusti 2012 kl 10.48
Serokê partîya gel, Jan Björklund gotara havînê pêșkêș dike. Wêne: Adam Ihse/Scanpix.

Hem serokê partîya gel, Jan Björklund û hem jî serokê partîya demokratên Swêdê, Jimmie Åkesson gotarên xwe yên havînê di dawîya heftîya çûyî de pêșkêș kirin.

Pêșkêșkirina gotarên havînê ji zû de di siyaseta swêdî de adet û tradisyon e û bêlivîya siyasî ji heftîya Almedalen li Gotlandê ya di dest pêka heyva heftan de ye dișkîne.

Bêhtirê serokê partîyan gotarên xwe yên havînê dixin heyva heștan, augustî de, lê îsal tenê Gustav Fridolin, yek ji berdevkên partîya jîngehê di heyva șeșan de gotara xwe pêșkêș kir. Û diyar e îsal ne Göran Hägglund yê partîya demokratên xiristîyanî û ne jî Annie Lööf ya partîya navendê, gotarên havînê pêșkêș nakin.

Û her di gotarên havînê de nîșanên șîroveyên di giftûgoyên buceyê de eșkere dibin. Giftûgoyên buceyê di demke nêzîk de dê li dar keve, serokê partîya gel, Jan Björklund her di gotara xwe ya havînê de ya doh li Göteborg hate pêșkêș kirin, warên pêșdexistî bo partîya gel anî ziman.

Lê pêșî hêrîșî serokê partîya sosyal demokratan, Stefan Löfven kir û got ku ew ji du tiștan ditirse: yek, ku bê hevalbendîyeke sor û kesk derbasî hilbijartinên 2014 bibe û ya din, ku bi hevalbendîyeke sor û kesk beșdar bibe.

Herçend ku giftûgoyên cidî bo buceya dewletî bi duristî 24 vê mehê dest pê dikin dema temamê hukûmetê li Harpsund li Södermanland ba serokwezîr kom dibin, her ji nuha ve Björklund xalên sereke bo partîya gel di gotara havînê de pêșkêș kir:

-Björklund ji televizyona Swêdê re dibêje ku di çend salan de hewildanên geșe kirinê yên demî li warê avahîya bingehîn bûne, bi taybetî di dema konjunktura nizim de bi armanca saz kirina derfetên karî jî.

Lê nuha, Björklund dibêje ku dem hatîye em vê geșekirinê daîmî bikin. Beșek ji hewildanên geșekirinê yên Björklund behsa wan dike, ku rêyên tirên bi lez ava bibin, yên 250 kîlomitir di saetê de tajonin ser tora rêyên hesinî ya ji berê de heye.

Ji bilî xetên heyî, Björklund dibêje ku dê derfeta avakirina rêyên nû jî hebe. Ew dixwaze rêya têrêna bilez di navbera du bajarên mezin yên herêma rojavayê Swêdê, navbera Göteborg û Boråsê de ava bibe. 

Di navbera van du bajaran de gelek trafîk heye. Herweha li ser wê rêyê balefirgeha Landvetter heye ya xwedan çûnûhatineke mezin e. Her wekî Arlanda, mirov kare rêya tirêna bilez bikișîne wê derê jî.

Warekî din ku bi partîya gel giring e, warê lêkolînê ye. Li gor Jan Björklund, klîda serketinê di bazareke cîhanî ya dijwar de ku yek herdem li pêș be. Ji ber vê yekê jî ew giranîyê deyine ser elîtan ango bijarteyan, ku lêkolînerên herî li pêș buceyeke mezin werbigrin.

Roja șemîyê, 11 yê augustî, meha heștan, serokê partîya demokratên Swêdê Jimmie Åkesson gotara xwe ya havînê li bajarê xwe, Sölvesborg pêșkêș kir.

Di gotara xwe de hêrîșî hukûmetê û siyaseta wan ya entegrasyonê kir û herweha rexnedarê dabeșkirina rojên dêûbavîtîyê, û karên destpêkî ango nystartsjobb bû. Û ji alîyê siyaseta partîya wî bi xwe, Jimmy Åkesson her piștgîrîya partîyê bo jêbirîna baca karî ya pêncem dubare kir û daxwaza pereyên zêde bo kesên teqawidbûyî.

-Em dixwazin bo buceya bê teqawidîyê bi 30 milyar kronî bihêz bikin, hem bi rêya kêmkirina baca teqawidîyê û hem jî ku bihêz kirina garantîya teqawidîyê bo alîkarîya wan yên herî hejar û feqîr.

Åkesson armancên siyaseta xwe anî ziman û got em dê wiha bihêz bibin ku ew yên din nikarin welatî birêve bibin bêyî me, ku ew nikaribin me li derveyê siyasetê bihêlin. Û got: madam Danskepartî, partîya danmarkî ya dijbiyanî biserketine, em jî karin bi serkevin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".