Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Penaberên sûrî

Pêla penaberên sûrî bo Swêdê bi hêz dibe

Hat weşandin tisdag 14 augusti 2012 kl 10.25
Guhdarî bike
(4:32 min)
Wêne: Scanpix. Montaj: Sveriges Radio.

Penaberên zêdetir ji Sûrîyê tên bo Swêdê. Tenê di hindirê heftîya derbasbûyî de 227 hemwelatîyên sûrî daxwaza mafê penaberîyê li Swêdê kirin û eger ev meyila bi vî awayî berdewam bike dê grûpa penaberên ji Sûrîyê bibe grûpa penaberan ya herî mezin li Swêdê di vê salê de.

Swêd û Almanîya, welatên herî bêhtir penaberan qebûl dikin lê welatên din di yekîtîya Ewrûpayê de bêhtir çavnêrî dikin.

Amal ya 28 salî ji Șamê gelekî memnûn û razî ye ji xêrlêkirina Swêdê bo wê û malbata wê.

-Me tucarî bawer nedikir emê rojekê mecbûr bibin Sûrî bihêlin, lê me tu çare nebûn. Amal dibêje, em mecbûrin zarokên xwe biparêzin.

Ew û du zarokên xwe, îro ba malbatekê nasê wan li derveyê Stockholmê dijîn. Amal dibêje ku zarokên wê bi șevan radibin û ji tirsa re digirîn.Malbat û merivên wan li Sûrîyê mane û beșek ji wan revîyan e Libnan û Urdunê.

Li gor dezgeha penaberan ya neteweyên yekgirtî, UNHCR bi kêmanî 150 000 hemwelatîyên sûrî revîyane welatên cîran û niha gelek jî berê xwe didin Ewrûpa yê.

Lê ta nuha siyaseteke hevbeș ya yekîtîya Ewrûpayê tune ye, ev li gor Phillippe Fargues, yê șef e li enstîtûya lêkolînê ya Migration policy center li enstîtûya Ewrûpayê li Florens.

-Yekîtîya Ewrûpayê her hewil nedaye ku siyaseta xwe rêk bixwe, herçend ku 18 meh ser destpêka șer û nakokîya li Sûrîyê derbas bûye jî, Philippe Fargues vê yekê dibêje û karê yekîtîyê Ewrûpayê bi kêmasî ji vî alîyî ve dibîne.

Çend ji welatên endam di yekîtîya Ewrûpayê de ne tenê derîyê xwe bo penaberên sûrî venekirin, lê berîya demeke kurt wan vedigerandin Sûrîyê jî, lê nuha vegerandina wan rawestîya ye.

Li Almanîya û Swêdê û çend welatên din yên yekîtîyê jî, hemû hemwelatîyên ji Sûrîyê mafê rûniștina demî werdigirin û her ew welatin yên nuha herî bêhtir penaberên sûrî werdigirin.

Cecilia Wikström, parlamentera Ewrûpayê ji partîya gel ya swêdî dibêje ku welatên endamên yekîtîya Ewrûpayê divê bi berpirsîyarîyeke hev beș rabin:

- Ev yeka tenê diyar dike bê çend giring e ku em bi yek dengî bipeyivin û ne bi 27 dengên cuda. Ew yên karîbûn ji Sûrîyê birevin, bêgûman divê bi awayekî durist û hêja li Ewrûpayê bên pêșwazî kirin û wê demê jî divê em bi hev re tev bigerin.

Swêd yek ji wan welata ye ya derîyê xwe bo hejmareke mezin ji penaberên sûrî re vekirîye. Swêd xwedan derfeta ku di demke kurt de 350 penaberên bi navê kvot, ango yên bi parvekirinê hatine wergirtin, salan e derbasî Swêdê bike û li gor șefê șefê adelatê yê dezgeha koçê, Mikael Ribbenvik Swêd xwedan hevkarîyeke baș e bi neteweyên yekgirtî re li Geneve.

Ribbenvik dibêje ku rewsa li Sûrîyê wiha cidî ye ku ne welatekî ewrûpayî îro kesekî venagerîne Sûrîyê û terkkirinên aktuel yên nuha dibin, tevgereke xilas kirinê ye ya Swêd jî tê de beșdar e:

-Dikare derbarê kesên tehdîdkirî û revîyayî bin, ne tenê ji șerî lê yên ji rêjîmê revîya ne. Ribbenvik ji dezgeha koçê dibêje, kesên di vê rewșê de jiyan û tenduristîya wan di xeterê de ne eger îro bo Sûrîyê bên vegerandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".