Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Alîkarîya aborî bo penaxwazan zêde kêm e”

Hat weşandin onsdag 15 augusti 2012 kl 10.19
Emma Henriksson (KD) û Ulf Nilsson (FP).

Asta peredana bo wan kesên daxwaza mafê penaberîyê li Swêdê dikin di 18 salan de nehatîye guhertin. Du ji partîyên hukûmetê, partîya gel ya lîberal û demokratên xiristîyanî nuha dixwazin li alîkarîya aborî bo penaxwazan binerin.

Assanatou Sidibé, dayika çar zaroka ye û ew dibêje perê ji wan re tên têra xwarinê jî nakin:

-Bi rastî bo min, dayikek bi tenê bi çar zarokan re zehmet e. Carina xwarina me tune ye, wekî nimûne șîr bo zarokan.

Ew penaxwazên hildibijêrin wekî Sidibé di avahîyên bo penaxwazan damezirandî de bijîn, kirêya malê nadin. Û wekî din, ew û penaxwazên din li Swêdê xwedan mafê peredana bingehînin. Peredanek ango alîkarîyeke aborî ku di 18 salan de, ji 1994 de nehatîye guhertin.

Bi tevahî, ew û zarokên wê her meh 6100 kronî wekî peredana bingehîn werdigirin, ya divê têra dermanan, ger, pêwîstïyên pakkirinê, xwarin û cilan bike.

-Ez bi alîkarîya ji hevala min ya mafê rûniștinê wergirtîye, xwe diqedînim.Assanatou Sidibé dibêje, ez karim carê pera ji wê bi deyin werbigirim.

Di dema ku asta peredana bo penaxwazan her wek xwe ma ye, buhayî û nirxên serifkarîyê bi %26 li Swêdê bêhtir bûne. Û li gor FARR, encûmena seranserî ya komên penaxwazan, îro gelek penaxwaz hene ku nikarin xwe bi alîkarîya aborî ya ji wan re tê biqedînin û alîkarîyê ji rêxistinên alîkarîyê û ji nas û hevalan werdigirin.

Michael Williams, cêgirê serokê FARR, asta peredanê ya neguhertî di 18 salan de, nementiqî û nehêja bo penaxwazan dibîne.

Hem partîya gel ya lîberal û hem jî demokratên xiristîyanî nuha dixwazin li asta peredanê binerin û ku ji alîyê hukûmetê ve lêkolîn bên kirin.

Ulf Nilsson, peyivdarê pirsên siyaseta koçê yê partîya gel:

-Ez dibêjim êdî dem hatîye ku çend kesên zana û pispor li wezaretê li vê yekê binerin. Bi texmîn, ew dê bigihêjin encama bilind kirina asta alîkarîya aborî bo penaxwazan, lê ez bi bawerim ku ew dê dipêștir de jî bi pêwîstîya bilind kirinê be.

Û li gor Emma Henriksson ji partîya demokratên xiristîyanî alîkarîya aborî ya îroyî zêde kêm e, û ew dibêje ku mentiqîye ku nuha li asta peredana bo penaxwaza bên nerîn. Ji ber berîya nuha bi demeke kurt qayde ango normên serenserî bo wan yên xwedan mafê alîkarîya xwedîkirinê hate bilind kirin.

Lê li hêla din partîya navendê û partîya moderatan nabînin ev pirsa pêșdexistîye di halê hazir de, ew dibînin ku pirsên ji vê yekê girigtir îro hene. Fredrick Federley ji partîya navendê:

-Di rewșa em îroj tê de ne, ev pirsa ne ya herî giring e bo me. Ya herî giring nuha ew e ku kesên bi pêwîstîya parastinê ne, parastinê werbirgin û ne bilind kirina peredanê bo wan yên parastin wergirtine.

Partîya çep di buceya xwe de pêșnîyaza bilind kirina asta peredanê bo penaxwazan kirîye. Christina Höj Larsen, peyivdara partîya çep di pirsên siyaseta koçê de:

-Di buceya partîya çep de, em bilindkirina alîkarîyê bi 30 kronî her rojê pêșnîyaz dikin. Ev dê bilindkirineke baș be danberhev bi asta ku îro heye.

Tobias Billström, wezîrê koçê ji partîya moderatan pirsa entegrasyonê ku ji alîyê șaredarîyan ve hatîye bilind kirin girngtir dibîne ji pirsa bilind kirina asta peredanê girngtir dibîne :

-Piștî șîroveya derbarê hejmara penaxwazan û astengîyên entegrasyonê yên șaredarî behsa wan dikin, dibînim giringtir e em li pirsa tevlîbûn ango guncandina wan kesên nû mafê rûniștinê wergirtine û derbaskirina wan di civakê de binerin ji șîroveya bilind kirina asta peredanê bo penaxwazan.

Michael Williams, cêgirê serokê FARR, bilind kirina asta peredanê nabîne astengîyek bo guncandin û tevlîbûna di civakê de bo penaxawzan. Ew dibêje piranîya penaxwazan ne bidilê wa ye ku ser vê alîkarîya aborî bijîn, ew tenê dixwazin jiyana xwe bi rêkûpêkî bi rêve bibin, lê nizanin bê wê çawa bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".