Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dikandar dimînin bê tatîl

Hat weşandin onsdag 15 augusti 2012 kl 14.38
Tatîla dikandaran
(7:31 min)
Gelek xwedîyê pizzaxaneyan nikarin, yan nagihin tatîlê bistînin. Foto: Pontus Lundahl/Scanpix

Havîn e, dibistan tatîl in û li gor qanûna Swêd mafê herkesî yê çar hefte bêhnvedanê heye. Loma gelek kes bi malbat yan hevalên xwe re diçin welatên gerim, xwe didin ber tavê, rehet dikin da ku ew bikaribin salek din bêwestan kar bikin.Lê gelek dikandar û xwedîşîrketên biçûk ji ber ku nikarin dev ji cîyê xwe berdin, wekî adetê nikarin tatîla havînê xwe betal bihêlin.

Aydin Yenigun  ev 20 sal in li Swêd e. Piştî ku wî du salan ziman xwend dest bi karê pizza kirîye û niha jî, li bakurê Göteborg li Stenungsund ew heman karî dike. Haya wî ji pêdivîya tatîlê heye, lê ji ber ku cîyê kar yê wan e, mecal pênakeve ew tatîlê bistîne.

Lêkolîneke mezin li Amerîka li ser kesên ku neh salan tatîl negirtine hatîye kirin. Di nav vê komê de li gorî kesên din nexweşî û mirin zêdetir xuya dikin. Yanî tesîreke wê ya berbiçav dide laş û sihetê. Ji bo ku mirov bikaribe baştir bike jî xwerehetkirin pêwist e, dibêje Profesorê rûhî Gunnar Aronsson ji Zanîngeha Stockholmê.

Aronsson dibêje: ”Bi armanca ku karker bikaribin xwe rehet bikin, bi ser xwe ve werin tatîl bûye qanûn. Vê dawiyê ew herwiha bûye beşek ji kalîteya jîyanê. Mirov di tatîlê de hewl dide hin tiştên xweş nike, nas û xizman dibîne.

Xwedîyê şîrketên biçûk, wekî pîzexane, ne tenê nikarin wekî karkerên fermî tatîla havînê bistînin. Aydin radigihîne ku di van 20 salên dawî de ew sê caran çûye tatîlê. Lê pirsgirêk ne tenê tatîla havînê ye. Ew mecbûr in roj û saetên kar jî li gor mişterîyan eyar bikin.

Xalek din ku Gunnar Aronsson balê dikişîne ser guhertina karakterê tatîlê ye.

-     Carê dema mirov diçûn tatîlê, têkilîyên mirov yên bi kar re di nav wê heyvê de ji binî qut dibûn. Lê di van salên dawî de, ji ber înternet, telefonên destan û teknîka ragihandinê, sînorê navbera kar û tatîlê xumamî bûye. Gelek caran li tatîlê jî guhê mirov li ser kar e û mirov nikare xwe rehet bike, dibêje Aronnson.

Ji bo berfirehîya nûçeyê li rapora dengî guhdarî bike.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".