Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kesên teqawit naxazin dev ji kar berdin

Publicerat onsdag 15 augusti 2012 kl 14.58

Naha bêtir mirov pey teqawitbûna xwe dixwazin kar bikin, herwaha piyaseya şirketên karî jî zêdetir dibe. Roja do şîrketeke bi navê Pensionerspolen vebû, ji bo xizmetên yên teqawitbûyî ji pîyaseya kar re pêşkêş bike.
Magnus Wadenstierna şefê şirketra Pansionepolen`ê li Stockholmê ye.

-Ew gellek karî dikarin bikin. Ji zarok mêzekirinê bigre, paxiskirin, alikarîya dersê xendevanan û gellek tiştên din, dibêje Wadenstierna.

Belê naha gellek kesên 65 Salî mezintir dixazin kar bikin. Li gor reqemên ji şîrketa teqawitan AMF, ji sala 2004 an  vir ve hêjmara kesê 64 salî biimirti ku kar dikin bi sedî 80 yî zêde buye. Ev jî tê wê menê ku 137 000 kesên ji 64 sali mezintir naha kar dikin. Herwaha hêjmara kesên ji 70 salî mezintir jî bi sedî 25 zêdetir buye.    

Ji ber wî jî şirketên karî bi taybetî ji bo teqawitan roj bi roj bêtir dibin. Li gor rojnama Dagens industri qîmeta şîrketên karî ji bo teqawitan gihîştiîye 300 miljon kironî. Ji bilî vî jî hikumatê xercê ku xwedikar ji bo teqawitan didin jî kêm kirîye.

Pensionerpolen naha li 6 vilayetên Swêdê heye u ya Stockholmê jî roja do ji alîyê wezirê temenmezina Maria Larsson ve vebu.

-Eva ji bo Swêdê gellek başe, eva ji bo we gellek başe û eva ji bo muşterîyan jî başe. Yane hemu kes ji vî bi kar derdikeve. Got Maria Larsson wezîrê temen mezina.

 Bi taybetî ji temenmezinê li Stockholmê dixazin kar bikin. Ji 5 mirovan yek wanên di navbera 65 u 74 Sali de kar dikin. Bi bakurê şwêd re qiyas eva gelleke. Li wê derê ji sedî 10 kar dikin. 

Ingemar Lodenberg ku 65 Sali ye di meha Mayîsê de teqawit bû û naha di navbera şîrketên cuda de digere û di derbarê karê destan de alikar dibe. Lê berê ew wek şefê depoyê kar dikir û dixast ku karê xwe yê berê de kar bikira.  

-Ez ji karê destan re gellek başim. Ez berdewam dikim ku kar bi kim, ji ber ku ez kar hizdikim.

Pensionerpolen ji heyva çileya paşîn vir ve xizmet dide û bi sedan kes serî ji bo kar lê dane. Li gor Ossi Jansson ku 70 Sali ye, heger çiqas sedemêm aborî hebin jî, lê sedema herî mezin ewe ku gellek dixazin vala nemînin u bi gellê din re dayîn û dastina wan hebe. Yanê sedemên civakî girîngtire.

-Heger ku min kar nekira ezê di mal de bimama û ji hevalên xwe jî dur ketama. Bi wî awayi tu heyata mirova ya civakî namîne. Heger çiqas kuçikê me hebe jî ez naxazim her dem di navbera çar duwaran de bimînim û bi tenê çend caran derkavim derva.

-Maaşên teqawitan ne gellek e, û ji bilî wî jî hemu dixazin ku di civatê de feydeya wan hebe. Eva hissekî gellek grîng e ji bo mirovan.

Magnus Wadenstierna di wê fikre de ye ku teqawit kar ji destê yên ciwan nagire, ji ber ku ew karan bi taybetî ji bo teqawitan heye. Heger ku teqawit nebin, ew karan jî we tinebûyana.

-Ji sedi 99 xwedîkarê ku mişterîyê minin, li yekî teqawit digerin. Yanê daxwazî ji bo teqawitan heye, yanê pîyase qerar didê.

Pey sala 2001î, her kesên ku dixazin, dikarin dû teqawitbûna xwe kar bikin û hikumat jî dixaze aîkar bibe ku yên dixazin bikaribin di karê xwe de berdewam bikin.

Wezirê temenmezina Maria Larsson disa

-Ez piştrast im ku bêtir miov dixazin kar bikin û eva tenê destpêk e. Ji ber ku gellek temenmezinên li ser xwe hene û ew dixazin karê xwe berdewam bikin. Ji alîyê hikumatê ve, çi ji deste me tê em dikin ji bo ku alikar bibin. Me qanun derxist ku hger kê ku dixaze bikaribe di karê xwe de heta 67 salîyê bisekine û em naha jî dixazin vî emrî bi jor ve bixin. Herwûha me qanûn derxist ku yên teqawit bikaribin hindiktir zekatê bidin.

Êz bawer dikim ku ji bo tendurustiya mirova kar gellek baş e. Pensioner polen jî di vê rîyê de gellek baş e. Dema ku ez teqawit bûm ezê jî ji bo kar serî li vir bidim, dibêje Maria Larsson- wezîrê temenmezina.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".