Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelk wek berê hîleyên zekatê nakin

Hat weşandin torsdag 16 augusti 2012 kl 16.21
Hîleyên zekatê
(5:57 min)
Foto: Christine Olsson/Scanpix.

Her ku diçe kêmtir kes hîleyên bac û zekatê dikin, kêmtir karkerên reş digrin û li karên reş digerin. Ev encama lêkolînekê ye ku Daîreya Bacê (Skatteverket) kirîye. Li gor lêkolînê berya şeş salan %51ê milet xwe ji hîleyên zekatê divedan, lê niha ev hejmar bilind bûye û bûye %74.

Lêkolîn herwiha nîşan dide ku hejmara kesên ku sîstema zekatê çewt dibînin jî kêm bûye û bawerîya bi Daîreya Bacê di nav gel de bilind bûye.

Derbarê encamên lêkolînê de me hevpeyvînek bi aborîzan Akin Ulusoy re kir. Gelo bi raya Akin sedema van nêrînên li hember bac û zekatê çî ye?

Di hevpeyvîna bi Zayele re Ulusoy qala çend sedemên girîng dike.

“Bi krîza aborî ya Ewrûpa wekî Yûnanîstan û Portekîzê re helwesta gel pir hat guhertin. Xelk êdî dana zekatê bêhtir weke emnîyet dibîne û qîmetê wê baştir dizanin“.

“Tesîra tedbîrên sîyasî û guhertina hin qanûnan çêbûye“.

“Kontrol hatine jidandin“.

Ji bo guhdarîya hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".