Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îro biyara rewșa Assange eșkere dibe

Hat weşandin torsdag 16 augusti 2012 kl 10.13
Wêne: Alastair Grant/Scanpix.

Wezîrê karûbarê derve yê Ekuador, Ricardo Patiño dibêje Brîtanîya gef û tehdîdan dike ku êrîșî balyozxaneya wan li Londonê bike eger avakarê malpera Wikileaks Julian Assange teslîmî wan nebe.

Di civîneke çapemenî li Quito de, wezîrê karûbarê derve yê Ekuadorê gef û tehdîdên brîtanî șermezar kir û got ev li dij hem mafên navneteweyî ye.

- Em ji alîyê Brîtanîyayê ve hatine tehdîd kirin ku dê êrîșî balyozxaneya me li Londonê bikin, eger Ekuador Julian Assange teslîmî wan neke.

Gefa êrîșkirina balyozxaneyê, hem bi devikî û hem jî nivîskî ji wan re hatîye û bûye sedema reaksyoneke bi hêz ba wezîrê karûbarê derve yê ekuadorî, Ricardo Patiño.

Doh di civîna çepemenî ya li Quito li dar ket, Patiño got ku Ekuador ne mêtîngeheke brîtanî ye û bê destûr ketina balyozxaneya welatî li Londonê dê Ekuador mecbûr bike bersiva wê bide.

-Em dixwazin zelal bikin ku em ne mêtîngeheke brîtanî ne û dema mêtîngehan derbas bûye.

Li gor BBC, yasayek brîtanî ji 1987 de heye ya maf dide welatî ku îmunîte ango parêzîya diplomatîk li balyozxaneyekê rake. Di heman demê de wezîrê karûbarê derve yê Ekuador ragihand ku Ekuador biryarek derbarê daxwazkirina Julian Assange bo mafê penaberîyê li Ecuador wergirtîye, û ku biryar dê îro piștî nîvroj, dora saet 14 li gor dema Swêdê dê bên eșkere kirin.

Nêzîka du mehan derbas bûne ji dema ku Assange revîya balyozxaneya Ekuadorê li London.

Assange daxwaza mafê penaberîyê li Ekuador kir piștî ku dadgeha herî bilind ya birîtanî biryara teslîm kirina wî bo Swêdê da. Bo ku li Swêdê têkeve jêpirsîna derbarê tawanên cinsî yên gûmanjêkirî hember du jinan, ya yek ji wan bi detsdirêjîya cinsî hatîye binavkirin.

Assange bi xwe û alîgirên wî dibêjin ku rîska teslîmkirina wî ji Swêdê bo Amerîkayê heye û ji ber vê yekê jî ji teslîmkirina bo Swêdê direve. Lê pirs dimîne ew ka bê çend dê penaberîya li Ekuadorê alîkar be, eger Assange mafê penaberîyê li wê derê werbirgire.

Balyozxaneya ku Assange nuha tê de ye li navenda bajarê London e û polîs bi șev û roj li ber derîyê balyozxaneyê li bendî ne ku hema derkeve da ku wî birgirn.

Berdevkên wezareta karûbarê derve ya brîtanî bi zelalî di van rojên dawî de nîșan kirine ku ew her ser biryara xwe ne ku Assange teslîmî Swêdê bikin. Mona Hambreus, peyamnêra radyoya Swêdê li Londonê jî vê yekê radigihîne.

Hambreus dibêje jî ku li gor yasaya birîtanî, eger kesek li dij yasayên bike wê demê her çawa be divê bên teslîm kirin, herçend di balyozxaneyê de be jî.

Li gor analîzvanên brîtanî ajotina avakarê Wikileaks, Julian Assange ji balyozxaneya Ekuadorê bo balefirgehê bi serbestî, ne mumkine. Mona Hambreus careke din:

-Derxistina wî bi serbestî ne mumkine, li gor analîzvanan. Çavdêrîkirina polîsan li ber balyozxaneyê zêde ye û dê bi zehmet be derxistina wî ji balyozxaneyê ya diyare tenê xwedan yek derîyê resmî ye. Û hawîrdora wî malên kesî ne ü herweha balyozxaneya kolombiyayê jî heye. Lê diyare derxistina wî ji avahîyê veșartî dê bi zehmet be.

Li gor bîroya nûçeyan Reuters, yaseyeke brîtanî heye ya maf dide polîs parêz ango îmunîteya balyozxaneyê rake. Lê dive berîya wê bi heftîyekê daxwaza vê yekê bikin. û her li Swêdê jî polîs kare bê destûr derbasî balyozxaneyekê bibe, lê tenê di rewșên acil de. Wekî nimûne dema șewatek li dar bikeve.

Doh bi șev, gelek alîgirên Assange li derveyê balyozxaneya Ekuadorê kom bûbûn, bi n çavdêrîya polîs de. Û polîs, ji serê sibê de hawîdora balyozxaneya Ekuador li Londonê, bi nêzîka 20 mitran ji avahîyê bi xwe girtine.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".