Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Cîwan bêtir di havînê de dibin tîryakîyê lîstikan

Publicerat torsdag 16 augusti 2012 kl 15.12

Di nava tehdîla havîne de ji gellek cîwan re tîryakîbuna listikên kompyutire çê dibe. Komeleyên ji bo destegê dibêjin ku gellek dê û bavên bi endîşe ji wan re telefon dikin ji bo alîkarî. Zêdetir dê û bavên zarokên di navbera salên 14 û 17 salî ne. Sven Rollenhagen ku pisporê tîryakîbuna listika komputirê ye dibêje sedemêm herî grîng valabûn e.

-Ew dikarin êvaran û di dawîya heftîyan de bileyîzin. Di destpêkê de de û bav dengê xwe nakin û di wê fikrêda ne ku zarokên wanan tişteki ew dizanin dikin, di dewsa çuyîna derva de. Ji ber ku wê demê  ew dikarin tevê pêvçuna bin, alkoholê vexûn, yan jî haşisê bikişinin.

Ji bilî wî jî dema havînê, de û bav nikarin sinoran jî daynin. Ew nizanin wê çi bêjin ji bo ku zarok herin di wextê de razin, dibêje Sven Rollenhagen.

-Heger ku rabûna mirova ya zu hewce neke wê demê gellek zore ji bo dê û bavan ku zarokekî 14, 15 salî re bibêje here raze. Wê demê zarok dest pê dikin heyanî dereng listikê kompyutirê dileyîzin. Di dû demeke kin de ew bişev lîstik dileyîzin û birojan ji radizên û bi wî tewrî roj û şev bi nav hev dikeve. Herwaha jî tîryakîbûna lîstika komputirê jî derdikeve holê.

Tu istatîstîk li ser tîryakîbûna  listikên kompuitirê tuneye, ji ber ku ew hin wek nexwşîkî nayê ecibandin. Lê belê ev problemekî gellek mezin e di nava gel de. Sven Rollenhagen ku di derbarê vî tiştî de gellek bi tecrube ye û haya wî ji gellek welatên din jî hyeye dibêje: pirbuna komputira di vê pirsgirekê de roleke grîng  dileyîze.

-Bê guman pirbûna komputir li ser vî tiştî tesîr dike. Eva wek alkohol û maddeyê narkotik e. Dema ku ji van tiştan gellek hebe bi karanîna wan jî zêdetir dibe. Yanê eva pirsgireka bi welatên dewlemend re grêdayîye. Li welatên feqir ku zarok nikarin xarin bibînin ev pirsgireka jî nîne.  

Gellek caran mirov nizane heger ku lîstika zarokê di nav sinorê normal de ye yan na. Çi  nîşan hene ku gere mirov li ser bisekine ji bo ku şupheya tîryakîbunê derkeve holê. Sven Rollenhagen disa.

-Cuda tişt hene. Berîya her tiştî zemanê listikê grîng e. Heger ku ciwanek di rojê de seet yan jî çend seetan bileyîze eva ne xeme. Lê belê heger  ku ev roj bi roj zêde dibe û ew ji hemû kar û barê dinê dest berde, wek ji sîporkirinê, dersa malê û xwe şuştinê, ew dem gere mirov alîkarî bigre.

Mirov her çiqas zutirê alîkarî bigre ew qas baştir e. Heger ku zarok nexaze pirsgirekê qebul bike û here cem dermanker, ew dem dê û bav dikarin herin. Gellek caran dê û bav, yan jî xuşk û birayên wan bi min re kontakt dikin, dibêje Sven Rollenhagen. Yanê berî ew vê pirsgirekê dibînin.

Naha dema ku dibistan dest pê dikin mirov dikare dest pê bike û lîstikê kêmtir bike. Ew dikarin rojekî na riojekî bileyîzin, û di dewse de derkevin derva.

-Gere em bizanibin ku heger çiqas lîstik xweşa zarokan here jî gere em bizanibin ku, dema zarok di hundir de, di odeke tari de rudinin eva hîssekî wek bêçarebunê çê dike. Dema ku yek bê hereket ma û îşiqa tavê nedît, sevîya serotonîn di laş de kêm dibe û ev jî ji laş re gellek bixeter e. Ji ber wî jî gere heya ji destê mirov tê, mirov yên cîwan derxe derva.

Lê belê ev nayê wê mehnê ku hemû lîstik bixeterin û tîryakîbunê çêdikin, dibêje Sven Rollenhagen. Listik gere wek ça di seri de hatîye mehnekirin wusa be. Yanê xweş û feydedar be.     

-Bêguman gellek tiştên pozitif di listikvanîyê de heye. Berî her tiştî gellek xweş e û kapasîta mirova ya hevzemanîyê jî pêşta dixe. Ji blî wî jî di derbarê dayîn û standina cîwanan ji welatên cuda de jî baş e.  

  

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".