Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Drama dîplomatîk dewam dike

Hat weşandin fredag 17 augusti 2012 kl 11.22
Wikileaks li Twitter diyar dike ku Assange dê dawiya hefteyê li ber balyozxaneyê daxuyaniyekê bide. Foto: Scanpix.

Doh piştî ku Ekuadorê ji bo avakarê Wikileaksê Julian Assange biryara mafê penaberiyê da, arîşeya dîplomatîk ya navbera Ekuador, Brîtanya û Swêdê yekcar kûrtir bû. Hersê welat hev tawanbar dikin. Tiştê ku dema di derbarê Assange de lêkolîna sûcî hat destpêkirin, pirsek hiqûqî bû, niha wegeriyaye pirsek siyasî û dîplomasî, li gorî nirxandina avokatek Londonî ji ajansa nûçeyan AP re.

Lê biryara Ekuadorê ya dayîna mafê penaberiyê bo Assange tiştek neguhertiye, wezîrê karê derve yê Brîtantayê doh li konferansek çapemeniyê got:

- Li gorî qanûnê em neçar in û dê pêk bînin jî ku Assange radestî Swêdê bikin William Hague dibêje:  

Ev daxuyaniya wezîrê karê derve yê brîtanî bersiv bû ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya doh ya wezîrê karê derve yê Ekuadorê. Wî ne tenê daxuyand ku Ekuador biryar daye ku mafê penaberiyê bide Julian Assange lê werwiha rexne jî li Brîtanya û Swêdê barandin.

Bersiva wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt jî îro hat:

- Rexneyên li me hatine kirin gelek tund, neheq û şaş in. Em nizanin wezîrê karê derve yê Ekuadorê daxuyaniya xwe li ser çi bingehî, Carl Bildt dibêje.

Rewşa niha heyî wiha ye: Avakarê Wikileaksê Julian Assange doh ji Ekuadorê mafê penaberiyê wergirt, lê Brîtanya nahêle ew ji welêt derkeve û halî hazir ji bo vê arîşeya dîplomatîk tu çareserî jî naxuye.

Sedem jî ew e ku Swêd nikare tu garantiyê bide Ekuador ku dê Assange radestî DYA neke.

- Bi qasî dizanim derfetê tu dewletê nîne ku garantiyek wiha bide. Jixwe li holê ji DYA tu daxwaznameyek radestkirinê jî nîne,  serdozgerê berê Sven-Erik Alhem dibêje.  

Berpirsê çapemeniyê yê wezareta karê derve Anders Jörle jî diyar dike ku tu derfetên dadî nînin ji bo dayîna garantiya ku Assange dê radestî DYA neyê kirin. Lê ew binxêz dike jî ku tu daxwaziyek wiha ji DYA nehatiye û peymana Ewrûpa nahêle ku Swêd kesek radest bike welatek ku cezayê îdamê lê heye.

Serdozgerê berê Sven-Erik Alhem dibêje dozgerê swêdî dikarîbûn biçûna Londonê û li wir Julian Assange bidana ber lêpirsînê.

- Lê li şûna ku wiha bike dozgerê swêdî ji Brîtanyayê yekser doza radestkirina Assange kir. Ev yek di warê fermî û formel de ne şaş e lê va me dît ku rê li rewşa heyî vekir. Dê aqilanetir bûya ku pêşî lêpirsîn bikirana Sven-Erik Alhem dibêje.   

Wikileaks li Twitterê da zanîn ku roja yekşemê dê Julian Assange daxuyaniyek çapemeniyê bide. Assange ji adarê ve tu daxuyanî nedaye. Tê gotin ku daxuyaniya Julian Assange dê li ber balyozxaneya Ekuador a li Londonê bê kirin û niha spekulasyon tên kirin bê polîs dê karibin wî bigirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".