Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji du jinan yek di xewê de bîhna wan tê girtin

Publicerat fredag 17 augusti 2012 kl 14.49

Li gor lêkolîneke ku ji alîyê lêkolînvanê Universîta Uppsala û Umeå ye ve hatîye kirin, bîhngirtina xewê, di nava jinan de, bi bawerîya berê re qiyas bêtir heye. Nîvê jinan di seetê de bi kêmasî 5 caran bîhn lê tê girtin, dema di xewê de. Ji sedî 6 jinan jî di seetê de 30 caran bîhn lê tê girtin û ev ji gellek bixeter e, dibêje professor Eva Lindberg ji Unîversîta Uppsala

-Ev lêkoina parçeyek ji lêkolîneke mezin e ku me bi 10.000 jinan re çê kirîye. Dema ku tê nexweşiya bîhngirtinê di xewê de me li ser 400 jinan lêkolîn kir û mêzekir ka xewa wan bi çî awayî ye û nefesgirtin li ser oxijena xunê de çi tesîrê dike. Di vê de nîşan da ku ji du jinan yek ev piroblema wan heye. 

Di vê lêkolîne de 400 jinên di nevbera 20 û 70 salî, li Uppsala hatin lêkolînkirin. Berê dihat zanîn ku ev nexweşîya bi taybetî bi mêran re heye. Lê di vê lêkolînê de ray dide ku ne tenê mêr, ev di navbera jinan de jî adetî ye. Ji bo ku tesbîta sömnapnè- bîhngirtina xewê were kirin gere di seetekî de 5 caran nefes were girtin. Gellek caran tesîrekî li ser mirovan nake û herwaha jî pêwîstîya derman kirinê nîne.

-Ji bo du sebeban gere bîhngirtin were dermankirin. Ya yekemîn heger ku mirov xeweke baş nikare bigre û ji ber wî jî bi rojê jî westîyayî ye. Ew dem gere ji bo ku mirov bikaribe heyateke normal derbas bike, derman bibe. Ya duemîn: heger ku bîhngirtin gellek caran çê bibe, yanê di seetê de 30 caran bibe ew dem jî gere derman bibe ji bo pêşî li zerarên pêşerojê were girtin, zerarên wek nexweşîyên dil û tamaran, dibêje Eva Lindberg.

Di vê lêkolîne de ray dide ku nîvê wan jinên ku li ser hate lêkolîn di seetê de 5 caran, ji sedî 20 ê wan di seetê de 25 caran, ji sedî 6 ê wan di seetê de 30 caran bîhna wan dihate girtin. Heger ku 30 caran nefes were girtin ew dem dikare bibe sedemê mirina zu. Li gor Eva Lindberg ev ji bo yên cîwan daha bixetere.

-Gere em bînin bîra xwe ku bîhngirtin ji bo kesên cîwan bixetere. Deme mirov dibe 60 û 70 salî ne ewleye ku tesîreke wê bibe. Lê belê di kijan salî de dibe bira bibe mirov dikare ji ber vê nexweşîyê gellek biweste.

Tê zanîn ku ev nexweşîya bi taybetî di mirovên ku dikine xurexur de derdikeve. Eva Lindberg di derbarê bixeterbûna nefesgirtina di xewê de awha dibêje.

-Dema ku bîhn tê girtin mekanîzma parastina laş dikeve dewrê û mirova ji xewê hişyar dike. Bê guman  dema mirov bi wî tewrî gellek caran were hişyarkirin ev streseke gellek mezin çê dike û tansîyona mirov derdixe jor. Herwaha ev dikare denga insulîna di xunê de jî xerab bike.

Wisa xuyaye ku jinên bi kîlo ji jinên zeyîf bêtir bi vê nexweşiyê dikevin. Lê belê ev di nava jinên zeyîf da jî heye. Ew jî, ji ber ku yan xirtik, yan jî ciyê ku nefes tê ra derdikeve teng e.

Bi giştî ev lêkolîna ray dide ku bîhngirtina di xewê de di nava kesên ku dixin xurexur de bêtir heye. Ji ber wî jî heger ku mirovê dikin xurexur û di ser da jî westîyayî ye, ew dem baştire ku miayene li ser were kirin ka nexweşîya nefesgirtinê heye yan na, dibêje professor Eva Lindberg.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".