Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tawanên rûmetşikandinê her zêde dibin

Hat weşandin måndag 20 augusti 2012 kl 10.54
Rûmetşikandin berdewam zêde dibe li medyayên sosyal. Foto. Paul Sakuma/Scanpix

Di şeş mehên pêşî yên îsal de 850 tawanên rûmetşikandinê rû dane, ku ev jî zêdebûnek %16 ye li gorî sala par, li gorî hejmarên saziya bergiriya tawanan, Brottsförebyggande rådet. Giliyên tawanên rûmetşikandinê nêzî du qat zêde bûne deh salên dawiyê. Bi îhtîmalek mezin ev yek ji ber zêdebûna medyaya sosyal e. Sofia Nordqvist a ku bi salan rûmeta wê hat şikenandin li ser înternetê, dibêje ku ji wê re gotinên kirêt û bêmirês yên pir xerab dihatin gotin. Tevî ku ew tenê gotin bûn jî, ji bo wê îşkenceya derûnî bû, Sofia Nordqvist dibêje.

 

 

Li gorî dîrektorê giştî yê çavdêriya depoya zanyariyan Datainspektionen Göran Gräslund pir kêm xebat tê kirin ji bo bergiriya rûmetşikandinan.

 

Van salên dawiyê tenê du-sê dozên rûmetşikandinê li dadgehê dewam kirine. Lê pir zêde tawanên rûmetşikandinê tên kirin li înternetê. Divê em nimûneyan bidin pêş yên ku didin zanîn ku ev şêweyê rûmetşikandinê nayê qebûlkirin. Ji bo ku civak bertekê nîşan bide pêdivî bi qanûnên zexmtir heye, Göran Gräslund, ji bo xebata dijî tawanên rûmetşikandinê dibêje.  

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".