Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Omar yê 75 salî winda ye

Hat weşandin måndag 20 augusti 2012 kl 14.35
Umar winda ye
(5:53 min)
Umar Abdulrahman ji destpêka tebaxê ve winda ye. Foto: privat

Ji 4ê tebaxê ve Omar Abdulrahmanê ku ji bo serdanê ji başûrê Kurdistanê hatibû Swêdê winda ye.

Abdulrahman, yê temenê wî ser 70 salî re li Timmersdala, nêzîkê Skövde mêvanê keça xwe bû. Ji bo ger û bêhnvedanê ew wekî her roj derket der û hew hat.

Keça kalê winda Nîşan Abdula radigihîne ku tu nexweşîyên bavê wê nînin, lê temenê wî derdorê 75 salî bi serdanî ji başûrê Kurdistanê hatibû cem zarokên xwe yên li Swêdê. Loma ew zimanê swêdî nizane û nikare xwe bide famkirin.

Nîşan Abdula dide zanîn ku rêxistina kesên winda ya bi navê Missing People bi wan re di têkilîyê de ye û di lêgerînan de rolekî çalak dibînin.

Heçî Missing People e ew rêxistineke ku ji dilxwazan pêk tê ye. Tu personal, yan xebatkarên wan yên ku miaş werdigrin nînin. Lê Ankî Dahlberg ku di vê rêxistinê de cî digre radigihîne ku gelê herêmê di lêgerîna Umar Abdulrahman de gelekî xwe elaqedar kirine û piştigrî dane wan.

-     Tişta ku em dikin, em agahîyên derbarê kesê winda de li hev kom dikin. Van agahîyan em di malpera xwe de diweşînin, têxin facebooka xwe de. Bi vî awayî hejmarek mezin ya endamên me yên facebookê dibînin ku ew winda ye. Ji bo Umar jî em bi heman awayî tevgerîyan e. Gelek kes ji derdora Timmersdala, Skövde û bajarin din hatin ji bo ku li Umar bigerin.

Dahlberg bi berdewamî dibêje: ”Li hemû deverên ku kûçik şop birîyê de em gerîyane. Me bihîst ku li Malmö hin kesan ew dîtine û li wir jî lê hatîye gerîn”.

Kûçikê şopbir şopa Umar tîne heta ber rêyekê û ji wir û pê de bêhna şopê nayê kirin, loma dibêje Nîşan Abdula ew bawer dikin ku hin kesan li ser rê bavê wê siwar kiribin û gîhandibin deverna. Dawîya heftê agahîyek ji Malmö hat ku ew li wir hatîye dîtin, polîsan kûçikê şopbir li cî gerandin lê li wir tu şop nehatine dîtin.

Ji roja pêncşemê ve polîs lêgerîna aktîv daye rawestandin û Nîşan Abdula ji vê biryarê nerazîye, lê Anki Dahlberg ji Missing People dibêje:

-     Em fam dikin ku imkanên polîs nînin. Û niha jî dema agahîyek ji wan re diçe ew yekser imkanan didin û xwe pê re mijûl dikin. Ez bi hêvî me ku ew bi selametî were dîtin.

Ji bo bi selametî were dîtin Keça Omar Abdulrahman dibêje ew ê bi berdewamî li bavê xwe bigerin û tika dike ku herkesê pêjna wî bike yekser polîs agahdar bike.

Malpera Missing People
http://www.missingpeoplesweden.se/2012/08/omar_6.html

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".