Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bernameyên li dij acizkirinê tên guhertin

Hat weşandin måndag 20 augusti 2012 kl 15.07
Wêne: Erik G Svensson/Scanpix.

Piștî rexneyên tund ji dezgeha dibistanan gelek bernameyên pêșîlêgirtina acizkirinê yên nuha di temamê dibistanên Swêdê de tên bikaranîn hatine guhertin. Tên texmîn kirin ku gelek ji wan acizkirinê jî saz dikin, lê Annika Hjelm amojgara perwerdeyê di pirsên acizkirinê li dezgeha dibistanan de dibêje ku nuha piștî salekê bûne xwedan nerîneke din ji alîyê karkirina bi van pirsan ve.

-Bawerîya bi çare yan bernameyek ku astengîyan li hemû dibistanan çareser bike, derbek mezin xwarîye. Hatîye fêhm kirin ku ev derbarê xebateke demdirêj e bi hûrlênerîna rewșa û astengîyên xwe û sazkirina awayekî karî li gor șert û mercên xwe.

Di destpêka 2011 de bû dema dezgeha dibistanan, Skolverket, encama nirxandina bernameyên herî mezin yên li dij acizkirinê di temamê dibistanên Swêdê kar dikin pêșkêș kir. Gelek ji bernameyan rexneyên tûj wergirtin, ne tenê ji ber awayê karkirina wan ne karîger bû, lê ji ber carna jî acizkirin jî zêde dikir yan ku rûmeta șagirdan dișkand. Nuha gelek ji rêxistinan metod û awayê xebata xwe guihertine.

Yek ji wan, rêxistina bi navê Friends e ya rexne li sîstema wan bûye, sîstema hevalek piștgîr. Ji ber ew kesê ku bi dilxwazî xwe bo sîstema hevaltîyê dinivîsand diket rîska ew bi xwe bên acizkirin. Piștî rexneyên tund, rêxistina Friends bi hûrî li sedemên rexneyan nerîn û hewil dan guherînan di awa û metodên karê xwe de li dar bixin.

Lê Lars Arrhenius, birêvebirê giștî yê rêxistina li dij acizkirinê, Friends dibêje alîyekî nêgatîv yê rexneyên dezgeha dibistanan ji vî alîyî ve heye. Li gor wî, dema encamên berfireh ji vê lêkolînê derxistin beșê baș û karîger yê bernameyan di bin siya rexneyan de man:

-Çend ji beșên ku li wan hûr hate nerîn baș û karîger bû. Rîsk û metirsîya peywendîya ji alîyê dezgeha dibistanan ve tê ew ku awayekî valahîyê derdora vê yekê çê dibe. Arrhenius dibêje, ez jî dibînim ku bi vî awayî ye ku mirov bi duristî nizane çawa bi xebata li dij acizkirinê ve kar bike.

Lê Arrhenius dibêje ku ji alîyekî ve alîgirê rexneyên Annika Hjelm e ji dezgeha dibistanan, divê mirov hiștîyar be û ne di wê bawerîyê de be ku ev bername li her cîyî û deverê dibe. Ew dibêje ku beșê analîzê zêde giring e û ya rêxistina wan, Friends bi xwe gelekî bi wê ve kar dike.

Li gor Arrehenius, divê her dibistanek û bi serê xwe bên lênerîn û analîze kirin û li jîngeha wê bi taybetî bên nerîn. Ev gava yekem e li gor wî û piștre awa û metodên karkirinê karin ser encamên analîzê bên saz kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".