Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lambertz: Thomas Quick ne bê sûc e

Hat weşandin måndag 20 augusti 2012 kl 15.22
Gelek delîlên xurt li dijî Quick hene:
(5:33 min)
Göran Lambertz. Wêne: Fredrik Sandberg / Scanpix

Delîlên xurt hene ku nîşan didin Thomas Quick yan jî bi navê xwe yê nû Sture Bergwall bi rastî jî tewankarê kuştina kêmasî dido kesan e, ku ji ber wan mehkûm jî bûye. Vê yekê hakimê dadgeha bilind Göran Lambertz dibêje, ku berê Mifetîşê hikûmetê yê hiqûqî bû. Göran Lambertz di rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheter ya îro de pênc mînakên ji wan agahiyan dide ku Sture Bergwall di îfadeyên xwe de dane polês û ku ji bilî wî haya tu kesî nikarîbûye ji wan hebe.

Ji hêla din ve, di nav wan de sosyaldemokrat, çar partiyên siyasî yên Swêdê jî daxwaza lêkolînek dikin ku divê ji aliyê komîsyoneke serbixwe ve were çêkirin.

– Bi ya min van pênc minakan û gelek mînakên din nîşan didin ku wî agahiyên bêhempa dan e. Heger ew wekî faîl ne li cihê bûyerê bibûya dê zehmet biba ku wan tiştan îzah bikira. Ez nabêjim ew sûcdar e, lê li hemberê wî delîlên gelekî xurt hene, dibêje Göran Lambertz ji Ekotê re.

Yek ji mînakan ku Göran Lambertz dide pêş ew e ku Sture Bergwall şaneya li ser laşê mexdûreke kuştinê yê 11 salî nas dikir. Wî neşeyeke şaneyê xêz kir û dayîka lawik rastiya wê teyîd kir.

Di mînakek din de Sture Bergwall behsa birekek biçûk dike ku bi wê laşê lawikek 9 salî parçe kiriye. Piştre ev birek li nêzî cihê bûyerê ku wî destnîşan kiribû hatibû dîtin.

Thomas Quick, bi navê nû Sture Bergwall, di salên 1990î de ji ber kuştina heşt kesan di salên 1980yî de hatibû mehkûmkirin. Bi vî re ew weke rêzekujerê yekem yê di dîroka Swêdê de hatibû îlan kirin.

Lê çend sal berê di bernameyeke dokumenterî de ku di televizyona swêdê de hat Sture Bergwall îfade û îtirafên xwe yên kuştina heşt kesan bi paş ve girt. Sture Bergwall di bernameyê de ji rojnamevan Hannes Råstam re bi dengek girî digotin wî tu kesî nekuştiye, û buye qurbanê skandalek hiqûqî.

Û di darezandinên nû de ku piştî vê bernameya dokumenterî de  hatine kirin Sture Bergwall ji sisê kuştinên ku berê îtiraf kiribûn hat berat kirin. Tê bawerkirin ku dê kuştinên din jî bi rêzê re jinûve werin mehkemekirin. Sture Bergwall di bernama dokumenterî de dibêje ew ji aliyê polês û xebatkarên psîkiatiyê ve bi dermanên giran hatibû bêhişkirin û dema îfade û îtirafên xwe kiribû jî bêhiş bû û nizanîbû çi dibêje. Ew her weha dibêje delîlên li hemberî wî ji aliyê polês û dozger ve hatine manîpulekirin.

Lê bi ya Göran Lambertz nîqaşa ku di halî hazir de di derbarê wan heşt mêrkujiyên ku Sture Bergwall ji ber wan mehkûm bûye tê meşandin yekalî û şaş e.

 Van hefteyên dawiyê de gelek kesan bêyî bingeheke rêk û pêk xwe avêtinê nava nîqaşeke bêserî. Û wan encamên gelekî şaş ji pirtûka Hannes Råstam ya di vî derbarî de derxistine. Mirov dikare li gelek cîyan bixwîne ku Sture Bergwall bêsûc e. Mirov dikare bixwîne jî ku tiştê bûye skandaleke hiqûqî ye. Derxistina encamên bi vî rengî gelekî bê-aqilane ye, dibêje hakimê dadgeha bilind Göran Lambertz ku berê Mifetîşê hikûmetê yê hiqûqî bû.

Belê, Sture Bergwall di bernameya dokûmenterî ya Hannes Råstam de îfade û îtirafên xwe yên li derbarê kuştinan de bi paş ve girtibû. Van rojan her weha pirtûkek Hannes Råstam ê ku serê vê salê ji ber kanserê mir, hat çap kirin. Navê pirtûkê ”Doza Thomas Quick – afirandina rêzekujerekî” ye. Û Göran Lambertz gelekî rexnegirê vê pirtûkê ye…

– Ev pirtûkek gelekî efektîf e. Lê pirtûkek xapînok e. Ew hîsek wisa dide ku polês û dozgeran karekî gelek xerab kirine. Dema bi mirovên têkilê pevajoyê bûne re diaxivî wêneyeke gelek cûda derdikeve pêş. Ez her weha li dijî tişteke din im jî. Wî guhdariya aliyekê bûyerê kiriye. Lê aliyeke din jî heye ku divê mirov guhdariya wan bike. Wê demê dikarî wêneyeke din bibînî, dibêje Göran Lambertz.

Göran Lambertz her weha yek ji wan kesan e ku ji serî ve tu şik ji sûcdariya Sture Bergwall nedikir.

Di karê xwe yê berê de weke Mifetîşê hikûmetê yê hiqûqî, Justitiekansler, wî biryar dabû ku hukmên di derbarê Sture Bergwall de hatine dayîn neyên lêkolînkirin. Sebebê vê biryarê ew bû ku çend ji mirovên wan kesên hatine kuştin ji sûcdariya Sture Bergwall şik dikirin û dixwestin Göran Lambertz lêkolîna vê yekê bike. Lê Lambertz di sala 2006 de biryar dabû ku lêkolîna hukmên li dijî Sture Bergwall neke. Bi ya wî hukmên hatibûn dayîn rêk û pêk bûn. Lê sisê sal paşê Sture Bergwall îfade û îtirafên xwe bi paş ve girtibûn. Wê demê Göran Lambertz wezîfa xwe ya mifetîşîyê bi dawî kiribû.

Lê Göran Lambertz îro jî helwesta xwe ya ku lêkolînek neke, bi qismî be jî, diparêze.  

– Belê, elbet ev hinek wisa ye. Ez difikirim ka bi rastî jî ez wê demê şaş fikirî me an na. Lê niha min bêtirî materyalan careke din di çav re derbas kiriye.

Parêzerê Sture Bergwall, Thomas Olsson, nivîsa Göran Lambertz ya di rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheter bi tundî rexne dike û dibêje Lambertz wan hakimên ku niha Bergwall ji çend hukman berat kirine bêkêr nîşan dide. Gereke Lambertz mebestên xurttir bidin pêş dibêje parêzer Thomas Olsson ji Radyoya Swêdê re.

Di nivîsa xwe ya di Dagens Nyheterê de  Mifetîşê hikûmetê yê hiqûqî yê berê Göran Lambertz dixwaze komîsyoneke serbixwe tevahiya doza Sture Bergwall ji nû ve lêkolîn bike. Îro her weha partiyên siyasî yên wekî Kesk, Sosyaldemokrat, Navend û Partiya Cep jî di warê sazkirina komîsyoneke serbixwe de daxwazên xwe diyar kirin. Sosyaldemokrat dibêjin tevlîheviya doza Thomas Quick ewqas zêde bûye ku êdî pêdivî bi lêkolîna komisyoneke serbixwe heye.

Lê wezîra edaletê Beatrice Ask naxwaze komisyon gaveke zû were sazkirin. Beatrice Ask dixwaze ewil li benda encama jinûve darezandinên Thomas Quick bi dawî bibin. Di sisê ji van jinûve-darezandinan de Quick hatibûn beratkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".