Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Du kes ji ber sineta keça xwe hatin girtin

Hat weşandin måndag 20 augusti 2012 kl 15.25

Zilamek û jinek 30-salî ji aliyê dadgeha destpêkî ya Attunda li Sollentuna hatin binçavkirin li ser gûmana sinetkirina keça xwe ya sêsalî. Ev binpêkirin, li gorî belgeyên dadgehê, di navbera meha çile û nîsanê de bûye li Gambia yan jî li Swêdê. Di dozên sinetkirina keçan de gelek kêm biryarên mehkûmiyetê hene. Sala 2006 du kes hatin mehkûmkirin û di herdû rewşan de jî keçikên ku rastî binpêkirinê hatine bixwe serî li saziya dadî dabûn.

 

Di nava van 30 salên dawiyê yê ku sinetkirina jinan qedexe ye li Swêdê, 50 giliyên vî tawanî bûne, li gorî raporek ku zanîngeha Uppsala’yê par belav kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".