Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Turîzma Swêd dibe dahatîyek baş

Hat weşandin tisdag 21 augusti 2012 kl 11.29
Foto: Michael Sohn/Scanpix

Bi qasî ku turîst pera didin xwarin û xênî, ewqas jî li kirîna tiştên din xerc dikin. Ev encam ji raporeke Svensk Handel dîyar dibe ku ew îro di Svenska Dagbladet de hatîye weşandin.

Rapor nîşan dide ku par ji %12ê cîroya kirînê ji alîyê turîstan ve hatîye kirin. Wan bi giştî bi 76 milyar kronan tişt kirîne. Eger mirov bi sala 1995ê re bide ber hev ev zêdebûneke ji %200 e.

Yvonne Ingman, cîgira birêvebira giştî ya Svensk Handel dibêje ev reqemên bilind nîşana wê yekê ne ku divê em hesab ji kiryarîya turîzmê bikin û ew wek dahatîyek girîng berçav bibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".