Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêşnîyaza guhertina zekatê nayê hezkirin

Hat weşandin tisdag 21 augusti 2012 kl 13.24

Pêşnîyaz tê kirin ku zekata malûmilkê neguhêzbar bê guhertin. Lêkolîna ku di vî warî de hatîye kirin îro radestî wezîrê aborîyê Anders Borg tê kirin.

Li gor pêşnîyazê qîmeta milkê backirî (taxeringsvärde) bila bê hilanîn û heqê mal û milk li gorî pîvana erdê bê standin. Swêd dabeşî sê herêman tê kirin û herêmên herî biha wê bajarên mezin bin.

Eger pêşnîyaz bê qebûlkirin kesên di xanîyên xwendevanan de wê qezenc bikin û kesên windadikin xwedanxanî ne.

Lê di nav partîya desthilatdar Moderatan bi xwe de jî xuyaye ev pêşnîyaz zêde nayê hezkirin. Henrik von Sydow yê Moderat berpirsê desteya zekatê ye:

-       Esas em ji guhertinên ku di 2007ê de hatine kirin razî ne. Eger pêşnîyaz rewşa zekata malûmilkê neguhêzbar hêsantir bike baş dibe, dibêje Henrik von Sydow.

Partîya mezin ya muxalefetê Sosyaldemokrat jî naxwaze vê pirsa hesas li nav hev bixe. Magdalena Andersson peyivdara pirsên aborîyê ye:

  

-       Divê rewşa xelkê stabîl be da ku bikaribin ekonomîya xwe pilan bikin. Lewra me daxwaza bilindkirina zekata malê nekirîye.

Li ser pirsa bê gelo Sosyaldemokrat li dijî pêşnîyazê ne Magdalena Andersson dibêje, em ê pêşî meyzênin bê hikûmet dê pêşnîyazê qebûl bike yan na û paşê helwesta xwe deynin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".