Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Wezîra wekhevîyê:

”Keçan miayene bikin bê ew sinetkirîne”

Hat weşandin onsdag 22 augusti 2012 kl 10.47
Wezîra Wekhevîyê Nyamko Sabuni. FOTO:Sören Andersson/Scanpix

Ji bo ku bê zanîn bê çend keç têne sinetkirin, wezîra wekhevîyê Nyamko Sabuni dixwaze dibistan keçan miayene bikin.

Ev daxwaza xwe duh Nyamko Sabuni ji kanala TV4 re eşkere kir.

Nyamko Sabuni dibêje di miayeneya dibistanê de bê çawa li kuran tê nerîn bila bi wî awayî keç jî bên kontrolkirin:

Lê pêşnîyaza Sabuni ne bi dilê tendurustîya şagirtan ya li Stockholmê ye. Ew dibêjin wê demê mirov dereng dimîne û bawerin ya baş ew be mirov bi dêûbavan re di nav danûstandinê de be da ku ew nekevin nav hewldana sinetkirina keçan. Eger kontrolkirin piştre bê kirin ji xwe keçan hingê ezîyeta xwe kişandine.

Sadîya Bootan ya li Tensta di 9 salîya xwe de hatîye sinetkirin. Ew li hember sinetkirina keçan e, lê herwiha li hember pêşnîyaza Nyamko Sabuni jî ye:

-       Min nebawere mirov bikaribe li dibistanan keçan miayene bike. Ji dêla wê mirov keç û dêûbavan agahdar bike ku sinetkirin xerab e.

Ji sala 1982ê ve sinetkirina keçan li Swêdê qedexe ye û kêm gilîyê derbarê sinetkirina keçan de tê kirin, lê tê texmînkirin ku ew ji gilî pir zêdetir e.

Li gor qanûnê ji ber sûcê sinetkirina keçan heta çar salan ceza dikare bê dayîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".