Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Haya ciwanan ji kanserê tune.

Hat weşandin onsdag 22 augusti 2012 kl 16.40

Rêxistina Ung Cancer di nav ciwanên lîseyê de lêkolînek çêkirîye û tê de dîyar dibe ku agahîyên ciwanan yên derbarê kanserê de pir kêm in. Wek mînak tenê nîvê ciwanan dizanîbûn ku xwe dana ber tavê dibe sedema kansera çerm.

Fonda kanserê (Cancerfonden) jî lêkolînek kirîye û heman meyl li wira jî derdikeve holê. Jacob Lagercrantz, ji fonda kanserê dibêje: ”Xetera mezin ew e ku ciwan nizanin ku tesîra şêweyê jîyanê li ser kanserê heye. Û mirov piranî di lîseyê de şikil digre”.

Li gor Lagercrantz bi giştî ji sêyan yek nexweşên kanserê dikarin bên astengkirin û loma pêwist e dibistan rolekî girîngtir bilîzin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".