Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Restorasyon kirêçiyan ji mal dike der

Hat weşandin onsdag 22 augusti 2012 kl 17.07
Em bar nakin, koç dikin:
(6:32 min)
Xaniyek programa milyonî li Uppsala. Wêne: Elsa Persson/Sveriges Radio.

Restorasyona xaniyên Programa Milyonî ev çend sal in li Swêdê dibe mijara nîqaşên tund. Ji bo kirê ne ewqas buha bin bang li hikûmetê têkirin, her wekî di avakirina wan de di restorekirinê de jî subvansiyonê, yanî alîkariya aborî bide, lê hikûmet xwe nêzîkê vê yekê nake.

Herêmên program milyonî (miljonprogrammet) bi apartmanên xwe yên bilind yên li taxên dora bajarên mezin tên nasîn. Weke mînak, semtên wekî Tensta, Rinkeby li Stockholm, Rosengård li Malmö, Angered li Göteborg û Gränby li Uppsalayê.

Di salên 1960î û 1970yî de bi subvansiyonên hikûmeta Swêdê şîrketên xaniyan milyonek mal ava kirin, ji ber vê jî navê wê Programa milyonî ye.

Piraniya van xaniyan ji roja hatine çêkirin û vir ve nehatine restorekirin, yan jî tamîrateke bingehîn nedîtine.

Û niha şîrketên xaniyan biryara destpêkirina restorasyona wan dane. Lê diyar e dê kirêya xaniyên restorekirî gelekî buha be.

Niha li semta Gränby ya Uppsalayê dê hemam û metbex werin restorekirin.

Lê Randah Hammam û herdû zarokên wê dê neçar bin ku piştî tamîratê ji xanî bar bikin. Dê kirêya mala wan ji 7500 kronî bilind bibe 12 000 kronî, zêdekirineke bi sedî 43yî. Ewê niha barkin daîreyeke biçûktir.

Xortyê 17 salî yê malê dibêje ev 15 sal in li wê herêmê dijîn û hemû heval û dostên wan li wir in. Lê ew wisa hîs dike ku ew tên neçarkirinê koçkirinê. Her weha heval û dostên wî jî.

Şîrketa xwediyê xaniyan Rikshem ji aliyê komeleya kirêçiyan ve jî bi tundî tê rexnekirin. Bi ya wan, şîrket restorasyonên ne pêwîst yên buha çê dike sirf ji ber ku hîn kes ji xaniyên wan bar bikin. Pêdiviya me bi luxeke ewqas mezin nîn e, dibêje Randah Hammam.

Åse Richard, çalakvana komela kirêçiyan e û ew jî di heman fikrî de ye. Bi ya wê sedema restorasyoneke zêde neçarkirina kirêçiyan e ku ew bar bikin.

Her weha profestorê aboriya avahiyan li Dibistana bilind ya teknîkê KTH, Hans Lind jî di wê baweriyê de ye ku şîrketên xaniyan ji bo zêdekirina qezenca xwe restorasyonên ne pêwîst çê dikin û bi vî re kireyên nû yên bilind datînin.

Le bi ya profesor Hans Lind ev problem tenê li bajarên mezin heye ku li wir xwediyên xaniyan dikarin kirêçiyên nû ku dikarin wan kireyên bilind bidin peyda bikin.

Avakirina xaniyên nû bi rawestandina subvansiyonan, yanî alîkariya aborî ya hikûmetê, re di salên 1990î de sekinî. Bi vî re buhaya kireyên xaniyan jî hat bilindkirin.

Her çendî bangên xurt hene ku hikûmet subvansiyon bide restorekirina xaniyan dîsa jî profesor Hans Lind ne bawer e ku ev çareseriyek be. Bi ya wî gelek şîrket li avahiyên xwe baş mêze dikin û li piraniyeke mezin problem tune ne.

Lê Hans Lind di wê baweriyê de ye ku çareya herî baş ya nizimkirin kirêya xaniyên restorekirî avakirina xaniyên nû yên herzan e.

Lê Randah Hammam a li Gränby a Uppsalayê dibêje gereke kirêçî di restorasyonê de xwedî gotin bin û karibin li ser tamîrat û bilindkirina buhaya kirêya xanî de bandorek bikin. Em di hesabên şîrketa xaniyan de ne weke însan, lê weke jimarek tên dîtin, dibêje Randah Hammam ya ku ji mala xwe ya li Gränbya Uppsalayê van rojan bar dike.

Veronika Palm, berdevka siyaseta avahiyan ya sosyaldemokratan e. Bi ya wê divê hikûmet, ne ku alîkariya aborî bide ji bo restorasyonan, lê xerentiyeke deynan bide şîrketên xanîyan ku bi vî re restorekirin di pêvajoyeke dirêj de karibe were kirin û kirê bi careke ve gelekî neyê zêdekirin.

Lê wezîrê mal û avahiyan Stefan Attefall ne di wê baweriyê de ye ku hikûmet gereke alîkariya aborî yan jî xerentiya deynan bide. Bi ya wî rêbaza herî baş ew e ku alîkariya kirê ji bo wan kirêçiyan ku nikarin kiriya nû ya bilind bidin zêde bikin û hikûmetê vê alîkariya kirê, bostadsbidrag, zêde kiriye, dibêje Stefan Attefall.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".