Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Dest deynin ser otomobîlên şaşparkkirî"

Hat weşandin torsdag 23 augusti 2012 kl 10.25
Foto: SCANPIX

Hikûmet dixwaze destûrê bide dewlet û beledîyan da dest deyne ser erebeyên şaşparkkirî.  Nûçeyek ku di rojnameya Expressen de hatîye nivîsandin dide zanîn ku sibê hikûmet vê pêşnîyaza xwe wê eşkere bike da ku ew bibe qanûn.

Li gor pêşnîyazê bila Daîreya Îcrayê (Kronofogden) bikaribe dest deyne ser erebe û otomobîlên ku li cîyên şaş parkkirîne û zêdeyî 10 000 cezayê pereyan li wan hatîye birîn. Wezîra binesazîyê Catharina Elmsäter-Svärd dibêje heta deyndar cezayê xwe nedin gereke erebe desteserkirî bimînin.

Mebesta hikûmetê ew e ku bi vî rengî sextekarên otomobîlan asteng bike, ji ber ku gelek kes tenê li ser kaxezê otomobîlan li ser navê xwe qeyd dikin û bi vî awayî guhê xwe nadin razandina cezayan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".