Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bodrum jî bi dest penaberan nakevin

Hat weşandin torsdag 23 augusti 2012 kl 13.39
Ji hesabê hatî kirin û amadekarîyên ku heyî zêdetir penaxwaz tên Swêdê. Foto: Henrik Montgomery/Scanpix.

Hejmara penaxwazên ku vê dawîye hatine Swêdê ji texmînan zêdetir e û Daîreya Koçê (Migrationsverket) êdî nikare bi awayekî tetmînkar li wan binêr e.

Hesab û tedarika Daîreya Koçê ji bo 30 000 penaxwazan e, lê halê hazir 37 000 penaber hene. Gelek ji van koçberan berya ne bi gelekî ji Sûrî revîyan e.

Tolle Furugård li Daîreya Koçê ya Örebro şêfê yekîneyê dibêje imkanê wan heftîyê ji bo 400-500 kesî hene, lê niha nêzîkê 1000 kesî tên û cîyê razanê nayê peydakirin.

- Li cîyên miracaatê yên Stockholm, Malmö û Göteborg rewş bi temamî kambax e. Xelk bi şev dikevin bodruman da ku cîyekî razanê peyda bikin. Sibehan zû divê ew cî terk bikin ji ber ku penaberên nû tên. Rawestan nîne. Gelek caran jî em nagihin navê penaxwazan jî qeyd bikin, yekser wan li otobusan siwar dikin û dişînin kampên demî, dibêje Tolle Furugård.

Pirsgirêkek din ku Furugård behs dike bêdilîya beledîyan ya wergirtina penaxwazan e.

- Ez di beledîyan tênim der ku ew bi taswas û nerehet in, ji ber ku qebûlkirina penaberan tê wateya ku mirov xizmetê jî bide. Zarok divê herin dibistanan û wîlayet divê imkanên lênerîna nexweşxaneyan peyda bikin. Lewra beledî naxwazin penaberan werbigrin.

Lê heçî Wezîrê Koçê Tobias Billström e, ji bo çareserkirina van dijwarîyan tu fikrê wî niha nîne

- Tu çareyên yekser nînin. Heftîyê 1000 kes ji Sûrî tên. Divê em li gorî imkanan bi awayê herî baş wan pêşwazî bikin û xwedî li wan derkevin, lê divê bê famkirin ku sîstema normal heyî wê di vê rewşê de kar neke. Pêwist e çareyên demdirêjî bên peydakirin, dibêje Wezîrê Koçê Tobias Billström

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".