Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

21 sal cezayê zindanê li Breivik hat birîn

Hat weşandin fredag 24 augusti 2012 kl 17.00
Breivik ji cezayê xwe razî ye
(6:50 min)
Breivik beşişî çaxê wî bihîst ku dadgeh biryarê dide ku ew saxlem e û cezayê wî zindan e. Foto: Scanpix

Cezayê Anders Behring Breivik ku êrîşa terorî ya li girava Utöya li Norwêc pêk anîbû vê sibê eşkere bû. Dadgehê bi yekdengî biryar da ku Breivik saxlem e û 21 sal cezayê zindanê lê birî. Ceza bi dilê Breivik e, loma tê ragihandin ku dema ceza hatîye xwedin Breivik beşişî ye.

Par havînê, 22ê tîrmehê di rojeke înê de li navenda paytexta Norwêc Oslo teqîneke  mezin rû da.

Du saetan piştî vê teqînê hawar belav bû ku kesek, bi kincên polîs li girava Utöya rastgele li gel direşîne. Di wan rojan de ciwanên Partîya Karker ya Norwêcê li girava Utöya li kampê bûn û civînên xwe li dar dixistin. Û bi vê bûyerê re ne tenê Norwêc, lê cîhan tev şok bû ku li welatekî ewqas aram êrîşên wiha dikarin pêk werin.

Di teqîna Oslo de heşt kes û li Utöya bi giştî 69 kes hatin kuştin. Ji bilî kuştîyan li giravê herwiha 33 kes jî birîndar bûn. 56 ji kesên kuştî temenê wan hîna negihabû bîst salan.

Anders Behring Breivik yê ku îro cezayê wî hat birîn li giravê bi çek û cebilxane hat girtin û wî tu caran kiryara ku cîhan kir nav şokê de înkar nekir, berovajî ew herdem xwedî lê derket û di dadgehê de tu îşaretên xemgînîyê nîşan nedane.

Di nav kuştîyan de yek ji bakur, yek ji başûrê Kurdistanê du keçên kurd jî hebûn.

Bi 21 sal cezayê zindanê ku îro lê hat birîn xuyabû ku Breivik razî ye, ji ber ku dema biryar hat xwendin ew mîna ku memnûnîyeta xwe nîşan bide beşişî. Berya niha jî wî herdem digot ku ew saxlem e, tu nexweşîyên wî yên rûhî nînin û eger cezayê zindanê lê bê birîn, wê tu îtiraza wî nebe.

Lê gelo çawa mirov 21 sal cezayê zindanê bixwe û dîsa jî razî be? Sebeb çî ye? Jenny Sanner Roostqvist peyamnêra Radyoya Swêdê ya li Norwêc û doza Breivik ji nêz ve şopandîye.

-         Eger ew wek nexweşê rûhî hatiba mehkûmkirin mirov dikarîbû wî red bike û bêje ew teredînekî har yê norwêcî bû. Lê niha dema zindan lê tê birîn, ev tê wê manê ku wî pir bi zanîn ev tişt kirine û ji ber fikir û ramana xwe dibe mîna şehîdekî. Ew dibe remzek ji bo alîgirên xwe.

Roostqvist di vê navberê de dibêje rast e zêde kes kirinên wî yên li Utöya hez nakin, lê divê em ji bîr nekin ku li Ewrûpa û Norwêc gelek kes bîr û bawerîya Breivik hevpar dikin.

Li gor qanûna Norwêc 21 sal cezayê zindanê yê herî dirêj e. Lê ev nepêwist e bê maneya ku piştî cezayê Breivik qedîya ew ê serbest bê berdan. Li Norwêc herwiha tiştekî bi navê hêvişandin heye. Ew ji bo sûcên giran, ku mehkûm ji bo civakê xeter tê dîtin dikare bê pêkanîn. Anku dema cezayê mehkûmê bitalûke ber bi qedandinê ve diçe nirxandinek nû tê kirin bê mehkûm hîna ji civakê re tehdît e yan na. Û hingî cezayê wî pênc sal – pênc sal dikare bê dirêjkirin. Yanî di pratîkê de Breivik heta dawîya jîyana xwe dikare di zindanê de bimîne.

Biryara ku Breivik saxleme û dana cezayê zindanê ne tenê bi dilê Breivik bû. Di lêkolînek ku berya niha li Norwêc hatibû kirin de dîyar dibû ku ji %75ê gel dibêjin ne ji ber ku ew nexweş bûye, lê bi zanîn wî ev felaket rakirîye û dixwestin ew cezayê zindanê wergire.

Gelek ji nas û xizmên mexdûran jî didin zanîn ku biryar di cîyê xwe de ye û bi bihîsina biryarê re ew rehet bûne.

Çaxê komkujîya Utöya qewimî tenê kesek ji Swêdê li wir bû, ew jî endamê Partîya Çep ya Swêdê Eli Esbatî bû. Esbatî ji ajansa nûçeyan TT re dibêje: ”Di pêvajoya dadgehê de pir zelal bû bê Breivik çiqasî bizanîn tevgerîya ye û ew kirinên xwe diparêze. Eger mehkemê biryarek din bidaya ew dê bi min pir ecêb bihata. Loma baş bû ku ji alîyê huqûqî ve jî tu şik derneketin”. Bi heman awayî serokê Federasyona Ciwanên Sosyaldemokratên Swêd (SSU) Gabriel Wikström jî biryara dadgehê maqûl dibîne.

Ev nêzîkê salekê ye ku rojeva Norwêc bi doza Breivik re mijûl e. Çima wa kir, gelo nexweş bû yan na? Polîs û dadgeh çiqasî baş tevgerîyane û hwd ev saleke ku tê nîqaş kirin.

Vêca peyamnêra Radyoya Swêdê Jenny Sanner Roostqvist radigihîne ku raya giştî ya Norwêc êdî dixwaze rêya xwe bê Breivik û felaketa Utöya berdewam bike.

Lê gelo bi biryara dadgehê re norwêcî wê bikaribin vê felaketê ji bîr bikin û Breivik ji guh xwe bavêjin? Bavê keça ku di rûdanê de li Utöya bû Erik H Sonstrein dibêje ev nemumkune.

Breivik kî ye?

Di pirtûka ku nivîsandîye de Anders Behring Breivik fikir, bîrûbawerî û armanca xwe rave dike. Di pirtûkê de Breivik qala kurdan jî pir dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".