Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çavdêriya daristankariyê tê destpê kirin

Hat weşandin fredag 24 augusti 2012 kl 10.41
Mindogas Jarusis ê ji Letonya fêrî rûtînên ewlekariyê yên Swêdê dibe. Foto: Julia Wiraeus/Sveriges Radio.

Piştî ku pir qezayên mirinê çêbûne li qada daristankariyê, daîreya jîngeha karî Arbetsmiljöverket biryar daye ku lêkolînek neteweyî bide destpê kirin. Di dirêjiya du salan de dê çavdêriya 1500 kargehan bê kirin û bê kontrolkirin ku ew qaîdeyên ewlekariyê dişopînin. Branşa daristankariyê yek ji yên herî pir qeza lê çêdibin e. Van pênc salên dawiyê 26 kes mirine weke mînak di dema birrandina daran de.

Tommy Svedberg yê xwediyê kompaniyek daristankariyê yê ku karkerên wî ji welatên Baltî ne dibêje ku fêrkirina ewlekariyê karekî zehmet e.

- Ez bi zimanê wan nizanim û nikarim ji wan re behsa ewlekariyê bikin, Svedberg dibêje.

Li Swêdê nêzî 30 000 kes karê daristankariyê dikin. Van salên dawiyê kompaniyên biçûk zêde bûne û karker jî piraniya caran ji welatên Baltî tên. Ji van karkeran gelek ne wek kargir lê wek wezîfegir kar dikin. Ev  jî tê wateya ku yê kar dide wan ji ber ku di warê hihûqî de ne kardar e ji ewlekariya wan jî ne berpirs e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".