Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kelefa fatûreyên sexte li ber zelalbûnê ye

Hat weşandin fredag 24 augusti 2012 kl 13.36
Polîs niha li malpera xwe hişyar dike ku kesên xwedîşîrket haydar bin. Foto: Tomas Oneborg/Scanpix.

Mezintirîn kelefa fatûreyên sexte li ber zelalbûnê ye. Zêdeyî hezar gilî hatine kirin li kompaniya Mellanhand Media AB, ya ku milyonan pere ji kompaniyan dixwaze ji bo xizmetên ku nîn in. Li gorî dezgeha bazirganiya Swêdê Svensk Handel bi buhayê 1,2 milyar kron salê fatûreyên sexte ji kompaniyan re tên şandin. Ev kar bi şêweyek rêxistinê tê kirin.

 Ev kesên ku vî karî dikin berê bi sextekarî ji kartên xelkê pere dikişandin lê piştî ku şîpên kartan ewletir bûne, ew bi rêya fatûrayên sexte pereyan ji kompaniyan dixwin.  

Yên ku vî karê krîmînal organîze dikin pir caran xortên ciwan bi kar tînin yên ku amade ne cezayek siviktir wergirin. Lê ew tên xapandin ji ber ku piştre heta dawiya emrê xwe divê tazmînatên mezin bidin.

Polîs niha li malpera xwe hişyar dike ku kesên xwedî şîrket haydar bin dema dawiya mehê fatûrayên xwe radizînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".