Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sazkirina dezgeheke hevbeş nêz e

Hat weşandin fredag 24 augusti 2012 kl 15.46
Dezgeha desteyê di nêz de ava dibe
(5:46 min)

Rêxistinên rojavayê Kurdistanê xwe amade dikin dezgeheke Desteya Bilind ya Kurd ya ku di encama Peymana Hewlêrê de hatibû sazkirin, li Swêdê ava bikin. Ev dezgeh dê desteya bilind li Swêdê temsîl bike û ji bo wergirtina piştgira derdorên siyasî û raya gîştî ya Swêdê, xebatê bike.

Nûnerên partî û rêxistinên rojavayê Kurdistanê sibê roja şemiyê dê di civîneke ku Rêxistina mafên mirovan Chak li Stockholmê li dar dixe de werin cem hev û li ser pirsa mafên mirovan û demokrasiyê biaxivin.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li Swêdê, Şîyar Ali, dibêje civîna sibê ji ber wê yekê gelekî girîng e ku kurd ji mafên xwe yên mirovahiyê hayedar bin.

Berpirsê PYD li Swêdê, Şiyar Ali dibêje ev yek ji wan gelek xebatan e ku dê rêxistinên rojavayê Kurdistanê bi hevkarî li ser wan kar bike.

Dr. Emîn Suleyman, ku weke serbixwe di Encûmena Niştimanî ya Kurdî cîh digire, dê di civîna sibê de biaxive û bi ya wî pirsa mafên mirovan û demokrasiyê girêdayî rewşa siyasî ya li rojhilatê Kurdistanê û Suriyê ye. 

Pirsa sereke ya di rojeva kurdên rojava yên li Swêdê de avakirina dezgeheke Desteya Bilind e ku bi peymana Hewlêrê hatiye sazkirin.

Şiyar Ali, nûnerê PYDê li Swêdê, dibêje bi peymana Hewlêrê re atmosfereke baş di navbera partiyên kurdên rojava de çêbûye; rêzek civîn û çalakî bi hev re pêk anîn e. Bi ya wî dezgeheke girêdayî Desteya Bilind dê demeke nêz de karibe were sazkirin.

Dr. Emin Suleyman dibêje Peymana Hewlêrê hêviyên wan xurt kirine. Ev cara yekem e hevgirtineke bi vî rengî pêk tê, ji bo vê yekê jî hîna jî tirs û guman heye ev hevkarî neçe serî, dibêje Dr. Emin. Sedem jî ew e ku ev cara yekem e, dê ew ê bi PYD re hevkariyek bikin. Lê Peymana Hewlêrê xwedî bingeheke xurt e, dibêje Dr. Emin Suleyman.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd di hefteyên pêş me de dê konferansek xwe çê bike û rêvebiriyek saz bike. Piştre tê hêvîkiri ku bi tevî rêxistinên din yên şîrikên Peymana Hewlêrê re dezgeheke Desteya Bilind saz bike. Bi ya Şîyar Alî ev dezgeh dikare di nav çend hefteyan de û bi ya Dr. Emin Suleyman jî di nav çend mehan de were sazkirin.

Armanca vê dezgehê hem xurtkirina yekîtiya di nav kurdan de ye û hem jî wergirtina piştgiriya derdorên siyasî yên swêdî û raya gîştî ya Swêdê ye. Ev dezgeh dê her weha di têkiliyên bi muxalefeta ereb ya li Swêdê re jî aliyê kurd temsîl bike.

Hem PYD û hem jî Encûmena niştîmanî ya Kurd niha li Swêdê rêzek hevdîtin bi meqam, rêxistin û partiyên swêdî re pêk anîn e. Swêdî mesela kurdan weke meseleyek mafên mirovan dibînin. Û çavdêriyên Dr. Emîn Sûleyman jî ne dûrê yên Şîyar Alî ne. Pirsa kurd li Suriyê hîna jî di qada navnetewî  de cihê ku heq dike negirtî ye, her weha li Swêdê jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".