Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêkarî û șirketdar di gotara Löfven de

Hat weşandin måndag 27 augusti 2012 kl 10.15
Serokê partîya sosyaldemokratan, Stefan Löfven doh gotara havînê pêșkêș kir. Wêne: Jessica Gow/Scanpix.

Bêkarî û rewșa șirketdaran ji xalên sereke bûn di gotara havînê ya serokê partîya sosyaldemokratan, Stefan Löfven de.

Sosyalemdokrat dixwazin berpirsîyarîya șîrketdaran ya bo dana miașê nexweșîyê kêm bikin. Löfven pêșnîyaz dike ku heftîya duyem ya miașê newxeșîyê di sîgorteya nexweșîyê de rabe.

Sosyaldemokrat di buceya xwe ya payizê de pêșnîyaz dikin ku kardêr êdî hewceyî wê nebin miașê nexweșîyê yê heftîya duyem bidin karmendên nexweș. Serokê partîyê Stefan Löfven dibêje em dixwazin ev yek a bibe ji karê dewletê. Û ku ev yeka awayeke bo kêmkirina sînoran be, berîya her tiștî bo șirketên biçûk bo ku ew her serê demekê mecbûr nebin ku kesekî nû peyda bikin.

Löfven dibêje ku ew ji encamên lêkolînana ve zanin ku șirket dudil dibin ji aliyê dana kar ve, ji ber ew herweha mecbûrî miașê wan yê nexweșîyê ne bo du heftîyê pêșî dema karmendek nexweș dikeve. Löfven dixwaze bêje ku bo xwedanên șirketên biçûk kare dibe berpirsîyarîyeke giran.

Bi vê pêșnîyazê serokê partîya sosyaldemokratan Stefan Löfven, dixwaze beșekî ji wê sîstêma ku sosyaldemokrat di salên 1990 de alîgirê wê bûn dema dest pê kir nuha rake. Dê yê kardêr tenê miaș ji newxeșîyê ya duyem ta ya heftem bide karmendê nexweș.

Doh, yekșem, li ber peșkên baranê di parka Vasa de li navenda bajarê Stockholmê, Stefan Löfven bo cara yekem gotara xwe ya havînê pêșkêș kir. Wî pirsgirêkên bajarên mezin, wekî trafîk kolektîv ango çûnûhatina kolektîv û pirsgirêka avakirina xanîyan rexne kir. Lê pirsa herî mezin di gotara Löfven de, bêkarî bû:

-Hilbijartin piștî du sala ye û bêkarî nuha li dar e. Moderatên muhafezekar bêkarî kirine pirseke ber bi dema hilbijartinê ve. Lê ew bi xwe pirsgirêkeke civakî ya acil e. Löfven di gotara xwe de got, divê Swêd li rewșa berê vegere, li mijûlbûna tam vegere û tiștekî din bi kêr nayê.

Stefan Löfven di gotara xwe ya havînê de bi nermî xwe nêzîkî pirsên endustrî û bazirganîyê kir û eșkere piștgîrîya xwe bo șirketdaran diyar kir bi kêmkirina berpirsîyarîya miașê nexweșîyê bo kardêran.

Bi vê pêșnîyazê dê xwedanên șirketan 1,5 milyar kron deynin ser hev û dibe lêçûnek ji malê dewletê.

Dema Stefan Löfven bû mêvanê bernameya Agenda ya telefizyona Swêdê, bi zelalî agahdarî neda derbarê eger sosyaldemokrat dixwazin qezencên di refahê de qedexe bikin yan na. Ew dibêje ku divê warê lênerînê bi merc û șertên ser kvalîteyê bên birêvebirin:

-Em divê xwedan kvalîteyekê bin ku qezencan bisînor dike, wekî nimûne derbarê pirbûna karmendan û bikaranîna lokal û cîyên karî.

Löfven dibêje ku kvalîteya warê lênerînê dive ya herî giring be bêyî ku mirov lê binere bê di birêvebirîya kesî û prîvat de ye yan di ya giștî de ye. Li gor wî qebûl nekirina qezencan her wekî qebûl nekirina zêjêdeyîya aborî di çalakî û xebatê de hebe.

Di hevpeyivînê de her Löfven digot ku dê partî di payizê de agahdarîyê di derbarê pirsa qezencên di warê refahê de eșkere bike, lê Löfven di Agenda de got ku 50 awayên cuda bo șirketan hene ku karibin ji qedexeya qezencan birevin.

Derbarê piștgîrîya bo sosyaldemokratan di nav milet de, barometra hilbijêran ya herî dawî ku Sifo pîvandîye diyar dike ku sosyaldemokrat gelek deng wenda kirine. Ew bi 4,5 yekîneyên ji sedî daketine nuha %34,3.

Diyare dengên wan çûne bo partîya çep ya bi 1,8 yekîneyên ji sedî bêhtir bûne û bo grûpa kesên dudil ya ji %11,9 nuha bûne %15,1.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".