Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

7 sal girtîgeh ji bo alîkarê bombevan

Hat weşandin måndag 27 augusti 2012 kl 11.16
1 av 2
Dadgeha li Glaskowê ku dê îro biryara cezê bide. Wêne: Ola Westerberg/Scanpix.
2 av 2
Navendeke enerjiya atomî ya Vattenfallê. Wêne: Fabian Bimmer/Scanpix.

Dadgeha îskoçî ya li bajarê Glasgowê heft sal cezayê girtîgehê da alîkarê bombevanê Stockholmê, Nasseredine Menni. Dadgeh di wê baweriyê de ye ku Menni alîkariya pareyan daye Taimour Abdulwahab ê xwe li Stockholmê teqand û bi vî awayî fînansmaniya terorîzmê kiriye.

Nasseredine Menni di 20 tîrmehê de ji aliyê jurîya dadgeha bajarê Glasgow a Îskoçyayê ve weke tewankarê fînansekirina xebata terorî ya bombekarê Stockholmê Taimour Abdulwahab hat dîtin. Menni bi qasî 60 000 kron pare şandibû ji Abdulwahab re. Lê jûrî ne di wê baweriyê de bû ku têra xwe delîl hene ku Menni yê niştecihê Glaskowê her weha tewlî pîlankirina kuştina swêdiyan bûye, bi gotineke din çalakiya xwekuştinî ya bombeyî ya di dawiya sala 201 de li Stockholmê.

Menni her tim di dadgehê de îdîa kiribû ku ew bi tu awayî tewankarê sûcê terorê nîn e. Lê qebûl kiriye ku ew bi rêyên ne qanûnî û bi nasnama sexte hatiye Brîtanyayê. Bi ya birayê Menni sebebê şandina pareyên ji Taimour Abdulwahab re ew bû ku ew vî pareyê bişîne ji malbata wan a li Cezayîrê re.

Hukma dadgehê ya li dijî Nasseredine Menni bi temamî li ser bingehê nîşan û elametan hatibû dayîn. Bi ya polês Abdulwahab û Menni rojane bi hev re di nava têkiliyê de bûn. Kontoyeke wan a e-nameyan ya hevbeş hebû û piştî mirina wî Menni 10 000 kron dabû jinebîya Abdulwahab. Taimour Abdulwahab roja çalakiya xwekuştiniyê çend caran hewl dabû li Menni bigere û Menni yekser piştî bûyerê agahiyên Abdulwahab ji telefona xwe rakiribû.

Taimour Abdulwahab roja 11 kanûna 2010 li navenda Stockholmê çalakiyeke xwekuştinî ya bombeyî li darxistibû lê tê de ji bilî wî tu kes nemirîbû. Tevî çend ceribandinan ew serneketibû ku bombeyên li ser xwe biteqîne, lê di dawiyê de yeka bi tenê teqiya bû. Wî her weha otomobîla xwe ya li kolana Olof Palmes gata şewitandibû, lê her weha bombeyên di otomobîlê de jî neteqiya bûn. Demeke kurt berya teqandina bombeyê wî e-nameyên tehdîtkar şandibûn ji Säpo û ajansa nûçeyan TT re ku êdî dema çalakiyê hatiye. Mebesta wî tolhildana li dijî hunermend Lars Wilks û xebata leşkerî ya Swêdê ya li Afganîstanê bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".