Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gotina "tirka çepikvan" ji kar derxist

Hat weşandin måndag 27 augusti 2012 kl 12.12
Nalin Pekgul. Wêne: Scanpix

Berpirsê sereke yê hesabê Twitterê yê partiya Moderatan, Thomas Böhlmark, siyasetvana sosyaldemokratan Nalîn Pekgulê di peyameke twitterê de weke ”tirka çepikvan” binav kir. Böhlmark ê ku di partiyê de sekreterê siyasî ye, ji wezîfê xwe hat derxistin.  Böhlmark bi rêya hesabê xwe yê prîvat di nîqaşake bi hemkarên partiya xwe re gotina ”tirka çepikvan” bikar anîbû û Nalîn Pekgulê qest kiribû. Nalîn Pekgul gelek caran li ser Înternetê ji aliyê nijatperestan ve weke ”tirka çepikvan” hatibû navkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".