Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yûnaniyên bi xwendina bilind meqbûl in

Hat weşandin måndag 27 augusti 2012 kl 14.14

Krîza kûr ya aborî dike ku yûnaniyên bi xwendina bilind têne Swêdê. Îstatîstîkên ji Daîreya koç nîşan didin ku bi sala çûyî re qiyas hejmara yûnaniyan dûbare bûye. Nêzî 100 doktorên yunanî îsal hetanî niha nasnama doktoriyê ya swêdî wergirtine.

 Her weha bazara kar ya swêdî xêrhatina muhendisên yûnanî jî dike, dibêje Peter Karancsi, şewirmend li dezgehe EURES, toreke daîreyên karî ya di Yekîtiya Ewrûpayê de.

– Kêmasiya muhendisan heye. Jimara muhendisên bi dîplomayên dibistana bilind li Swêdê têra pêdiviyên bazarê nake, dibêje Karancsi.

Kar ji bo xwendayan heye lê ji bo kesên ne xwenda Swêd ne cihê hêvîyê ye.

Vladimiros Pavlidesê 25 salî sala çûyî hat vi û heta niha tenê karîbûye karekî nîvmesayî ya paqijiyê peyda bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".