Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li SÄPOyê şahiya 5 milyon kronî

Hat weşandin måndag 27 augusti 2012 kl 14.17
Serokê Säpo Anders Thornberg li ser festa bi temaya James Bond. Wêne: Scanpix. Montaj: SR.

Îstixbarata swêdî SÄPOyê ji bo 1 000 karmendên xwe bi temaya James Bond festeke bi zêdeyî 5 milyon kronî pêk anî. Di festê de hunermend û artîstên navdar yên swêdî beşdar bûn û tenê mesrefa wan nîv milyon kronî bû. Ji bo dekora lokala festê jî 400 hezar kron hat serfkirin.

Lê bi ya nûçeya rojnama Dagens Nyheterê ev festa ku di meha hezîranê de pêk hat, li dijî qanûnan, bêyî îhale hatiye çêkirin.

SÄPOyê her weha bi şaşîtî dawa nêzî milyonek kron vegera baca momsê kiriye, tevî ku mafê vegerandina momsê ji bo mesrefa şahiyan gelekî bi sînor e.

Midûrî gîştî yê Säpoyê yê nû Anders Thornberg dibêje ev fest û şahî îstîsnayekê ye. Jinûve-rêxistinkirina karûbarên teşkîlatê, tehdîtên terorî û bombevanên xwekujer zexteke mezin li ser personelên Söpoyê kiriye, bi ya Anders Thornberg.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".