Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet firokên Super JAS yên şer dixwaze

Hat weşandin måndag 27 augusti 2012 kl 14.40
Super Jas
(7:10 min)
JASên nû ji bo parastinê yan ji bo bazirganîyê dê bên çêkirin?

Dawîya heftîyê partîyên hikûmetê ragihandin ku wan biryar dane ku 40-60 firokeyên nû yên JAS GRIPEN ji SAABê siparîş bike û loma di budça payîzê de 300 milyon kronê zêdetir  ji parastinê re vediqetînin. Lê 300 milyon tenê bisimla ye. Armanc ew e ku bi giştî 40 firokeyên JAS yên nû bên kirîn û liserhev mesrefa wê dikare bigihe heta 90 mîlyar kron.

Cecilia Widgren ya ji partîya Moderatan seroka amadekarîya parastinê û cîgira serokê desteya parastinê daxwaza hikûmetê diparêze.

-         Sedema bingehîn şertên sîyasî yên ewleyîyê ne. Nirxandina ku parleman û hikûmetê berya niha kirî ew e ku, ji ber rewşa sîyaseta ewlekarîyê û rewşa cografîk pêdivîya Swêdê bi sîstemeke hewayî ya şer heye. Ji hêlekê ve li hin erdên nêzîkê me tevgerên bitirs hene. Ji hêleke din ve li deverên dûrî me em hewl didin piştgir û alîkar bin. Ji bo ku em bikaribin hem ji bo demek kin, hem jî bi demdirêjî xwedîxeber bin û kontrola me ser dahatûya me hebe sîstemek parastina hewayî ya xurt ji me re lazim e.

Li gor gotina Widgren xetera nêzîk ku heyî bêhtir li herêma rojhilatê Swêd û bi taybetî Derya Baltîk e.

-         Cecilia Widgren behsa rewşa sîyaseta ewlekarîyê dike, bi min tu lêkolînên baş ku rewşê bi awayekî berbiçav radixin pêş nînin. Ji bo lêkolîn bikin bê ji bo parastina hewayî çi pêdivî hene komîsyonek hatîye wezîfedarkirin. Lê daxwaza niha tê kirin li hember karê vê komîsyonê ye. Û berya her tiştî gelek pere lê diçin, bê ku em bizanibîn bê bi rastî pêwistîya me pê heye yan na. Eger em li firokeyên îro binêrin bi nerîna min ew pir baş in û têra me çend salên din rehet dikin. Loma firokeyên super yên nû nelazim in.

Alîyê hikûmetê radigihîne ku nirxandinên berpirsên sîyasî wergirtine, hêza parastinê lêkolîn kirîye û piştre gihaye wê netîcê ku firokeyên Gripen ji bo Swêd yên herî kompetent û bikêr in. Cecilia Widgren dibêje: ”Li gor daxwazên me û ji alîyê heqê xwe ve ew alternatîva herî baş e” û herwiha balê dikişîne ser sedemên dîrokî û meznahîya erda Swêd û dibêje dema pêwist bû divê mirov bikaribe mudaxeleya herî baş û di wext de bike.

Sedemek din ku Cecilia Widgren behs dike berprisîyarîya Swêd ya li hember dewletên bakur e. Ew dibêje: ”Hevkarîyek Swêd ya xurt bi dewletên bakurî yên cîran re heye û di nav van de dewleta xwedan fîlo û hêza deryayî ya xurt Swêd e”, loma divê Swêd lê bigere ku vê hêza xwe biparêze û xurt bike.

Lê debarê berpirsîyarîya Swêd li hember dewletên bakur yên cîran ku Cecilia Widgren ya ji partîya Moderat qal dike, Torbjörn Björlundê ji Partîya çep behsa endîşeyek xwe ye din dike:

-         Erka me ya bingehîn parastina Swêd e. Û helbet hevkarîyek me bi dewletên din re heye. Lê li vir pêşveçûna ku tê dîtin ew e ku em ber bi ketina nav NATO ve diçin. Daxwaza niha jî parçeyek ji parçeyan e ku li vê armancê tê. Û ev mirov ditirsîne.

Li ser van gotinên Torbjörn Björlund Widgren dibêje tu hewldanek wan ya ketina NATO nîne û îdia dike ku ”bi xêra vê hêz û kapasîteya xwe ya eskerî ew bi xêra kesî nebûne û neçar nemane bibin alîyek yan endamên rêxistinek parastinê.”

Li gor hesabê hikûmetê ev sîstema parastinê ya nû wê di 2023ê de hazir be û ji bo mudetê bi kêmayî 20 salan di ewlekarîya Swêd de kargêrî bikin.

Bi qasî ku rayedarên alîansê didin dîyarkirin di vê projê de Swêd ne bi tenê ye. Dewleta Swîsre bi Swêd re hevkarîyê dike û ew dê ji alîyê xwe ve 22 firokeyên nû yên bi navê JAS Gripen E/F, yan Super JAS bikirin. Ji bo ku bikaribe beşdarî hevkarîya bi SAAB re bibe Swîsre wê di 2014ê de biçe referandumê.

Björlund yê ji Partîya çep balê dikişîne ser vê hevkarîya digel Swîsre û radigihîne ku bi sîparîşên wiha bazara çekçêkirinê geş dibe û ev jî li hember sîyaseta aştîxwaz e. ”Yanî armanc ew e ku bazirganên çekan qezencê bikin. Lewra divê bi awayekî ji dil sîyaseta parastin û bazirganîyê ji hev bê cudakirin û lêkolînên cuda bên kirin”.

Nûnera hikûmetê Widgren înkar nake ku ji bo geşekirina firotina derve û bi gotina wê ”ji bo peydakirina kar” ev hewldanek girîng e. Lê ew îdia dike ku sedema sereke ne ev e û ne ji bo wilo daxwaza kirîna van firokeyên nû tê kirin. Bi nerîna wê tu hikûmetên berê mîna wan sîyaseta parastinê û ya bazirganîyê ji hev cuda nekirine û niha di vê meselê de jî, li ser bingehê lêkolînan ew gihanê encama ku pêdivî bi firokeyên nû heye.

Pêşniyaza peyivdarê sîyaseta parastinê yê ji Partîya Çep Björn Björlund ew e ku ji dêla çekirina firokeyên şer Saab giranîyê bide ser çêkirina firokeyên sivîl û alternatîvên enerjîyê. Wî di dawîyê de got pêşeroj ne bazirganîya çekan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".