Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêşangeha Strömholm li Fotografiska

Hat weşandin måndag 27 augusti 2012 kl 15.13
Guhdarî bike
(5:41 min)
Ji retrospektîfa Fotografiska a Christer Strömholm. Foto: Christer Strömholm/BVS

Deh salan piştî wefata Christer Strömholm ê yek ji navdartirîn fotografên sedsala 1900’an, li Fotografiska li Stockholmê pêşangeha bi navê CHR tê li dar xistin. Pêşangeha ku ji 150 fotografiyan pêk tê ji awirek piştwext ve hunera Strömholm radixe ber çavan. Piraniya fotografiyan navdar in lê yên ku berê qet nehatine nîşandan jî hene.

- Ev fotoyek guhertî yê reş-spî ye yê ku her bîner li gorî xwe dibîne. Xezîneyek wêneyan û cîhanek wêneyî ye ku piştî heft salên kar ez di nav de hîn jî detayên pir bedew keşf dikim, Maria Patomella dibêje.

Strömholm yek ji mezintirîn fotografan e di dîroka Swêdê de. Wî îlham daye gelek fotografên din ên mîna Anders Petersen û Gunnar Smoliansky, Maria Patomella dibêje. Ya ku Strömholm kiriye şoreşek bû, dema wî berî bi 50 salan tevî Tor-Ivan Odulf dibistana Fotoskolan li Stockholmê vekir, ya ku pir fotograf lê perwerde bûn. Bi rêya wê dibistanê wî teoriyên xwe yên ku fotografiya swêdî guhert belav kir, Maria Patomella dibêje.

Li pêşangeha li Fotografiska ne tenê fotografî hene. Materyalên arşîvê, tişt, fîlm û tomarên dengî jî hene yên ku Strömholm bi kar anîne û îlham dane çend nifş fotografên swêdî.

Û li vê pêşangehê foto bi xwe diaxivin. Li cem wan tu nivîsek ku fikra fotografî eşkere bike nîne. Bîner bi xwe biryarê dide bê çi dibîne. Bi wî awayî hinekî xapînok bû Strömholm, Maria Patomella dibêje:

- Wî ji bîner re hinekî zehmet dikir û dihişt mirov bi xwe foto fam bike, Maria Patomella dibêje.  

Hinek ji fotoyan li mijarên cûrecûr hatine dabeşkirin û li odeyek bi ronahiyek dramatîk jî hinek wêneyên bi mijara mirinê hatine berhevkirin.

Gorra leşkerekî nenas, kûçikek mirî, wêneyê tabloyek xerabe – qulek ku di di eniya yê di portreyî de heye re derbas dibe. Mirin. Temayek ku pir bala bavê wî dikêşa, Joakim Strömholm ê kurê fotografê navdar dibêje:

- Ha odeyek wiha dê gelek bi dilê bavê min bûya, wî ê li qoşeyekê rûniştaya û xelk bitirsandaya Joakim Strömholm dibêje.    

Li pêşangehê rêzefotoyên navdar ên bi navê hevalên li Place Blanche ’ê jî hene. Fotoyên ji dawiya salên 50’yî dema Strömholm li Parîsê deh salan fotoyên hevalên xwe ên transsexuell kişand. Ev wêne îro mîna wêneyên wî yên herî nûjen û wêrek tên dîtin. Lê di wê demê de cûda bû. Gelek sal kişand heta ku hatin belavkirin.

- Ev rêzefoto cara yekemîn sala 1983 li Swêdê hatin weşandin. Heta wê demê jî kesekî newêrîbû wan wêneyan biweşîne – ji ber ku ew kes transsexuell bûn. Her çiqas ji salên 50’î ne û dem hatine guhertin jî, hîn jî girîngiya wan wêneyan heye, curator Maria Patomella dibêje.  

Du kesên ku di wan rêzefotoyan Christer Strömholm de hene Jaki û Nana ne û ew jî hatine Stockholmê û pêşangeha hevalê xwe ê mirî. Nana behs dike ku çiqas zehmet bû bo Christer Strömholm ku wan wêneyên xwe bide weşandin yan jî deyne pêşangehê. Hinek wêneyên bi îfadeyên cinsî ne mimkun bû ku ne li Fransa ne li Swêdê bên weşandin, Nana dibêje:  

- Bawer bike, em di nav êgir re derbas bûne, Nana li wêneyan temaşe dike û dibêje.

Ji bo çi Christer Strömholm wek hunermend û wek mirov hem di nava hevpîşeyên xwe û temaşevanan de ewqas tê hezkirin?

- Ji ber ku yek dikare mesaja wî bi hêsanî fêm bike.  Sade ye, zimanek hêsan ê wêneyê ye. Wekî din jî, wêneyên bêwext ango ne tenê yên wextekî ne, Joakim Strömholmk dibêje.

Di pirtûka ku bi pêşangehê re tê pêşkêşkirin de ya ku li gorî xeta Christer Strömholm e û dê li gorî xwesteka wî baya, tu nivîs û dema wêne hatiye kişandin nîne.

- Ew agahî ne girîng in a rastî. Ferq nake bÊ sala 1950 yan jî sala 2000’î hatiye kişandin, a girîng ku wêneyek baş e, Joakim Strömholm dibêje.

Pêşangeha li Stockholms Fotografiska ya li ser berhemên Christer Strömholm heta 25 mijdarê dewam dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".