Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Vattenfall nabe berpirsê qezayên atomî

Hat weşandin tisdag 28 augusti 2012 kl 11.12
Navendeke enerjiya atomî ya Vattenfallê li nêzî Hamburgê. Wêne: Fabian Bimmer/Scanpix.

Şîrketa enerjiyê Svenska Vattenfall, heger ku qezayek li navendek wê ya enerjiya atomî ya li Almanyayê rû bide, dê berpirsiyar neyê girtin. Ev, encamek guhertina formê şîrketê ya Vattenfallê ye ku di destpêka vê mehê de pêk hat.

– Di halî hazir de şîrkerta Vattenfall AB bêyî sînoreke jorîn berpirsê qezayen e. Lê bi vê yekkirina şîrketan re dê ev pêşerojê de ne wisa be, dibêje Stefan Muller, berpirsê çapemeniyê ji bo Vattenfall li Almanyayê.

Sisê sal berê aşkera bûbû ku şîrketa dewletî ya swêdî Vattenfall peymanek îmze kiriye ku wê dike berpirsê qezayeke muhtemel li navendek wê ya enerjiya atomî li Almanyayê.

Berpirsiyariyek ewqas mezin ya aborî dê karîbûya bibûya sedema îflaskirina Vattenfallê,  bi jimareke mezin ya ji karavêtina karkeran û bi milyaran kron zerareke aborî weke encam.

Lê di payîzê de dotşîrketa Vattenfalê ya almanî dê forma şîrketê biguherîn û bi vî re bendek parastinê bikşîne navbera Vattenfall a swêdî û dotşîrketa almanî.

Peymana nû tê wê wateyê ku dê Vattenfall a swêdî ji ber qezayeke muhtemel ya li navendeke enerjiya atomî berpirsiyar neyê girtin, dibêje berdevkê Vattenfallê Stefan Muller.

Lê rêxistinên xwezayîparêz û siyasetvanên herêmî yên alman rexnegir in û dibêjin şîrketa swêdî bi rêbazên ne li rê yên hiqûqî ji berpirsiyariya xwe direve. Lê Vattenfall xwe diparêze û dibêje armanca wan ew e ku bibin şîrketeke bêtir modern û sererast.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".