Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hukimdana kesekî ji ber aloziyan bi zehmet e

Hat weşandin torsdag 30 maj 2013 kl 10.42
Wêne: Fredrik Sandberg/Scanpix.

Piştî nearamî û tevlîheviya li Stockholmê heftîya derbasbûyî polîs dora 20 mêrên genc naskirine yên di çendîn lêkolînan de gûmanjêkirî ne. Lê diyare mehkûmkirina kesekî ji ber alozîya tund û bi şidet zehmet e. Serpêhatî û xibret ji alozîyên beriya nuha rûdane vê yekê diyar dikin.

-Jerzy Sarnecki, profesor di warê krîmînolojiyê de ango tawankarîyê, dibêje beriya hertiştî wezîfeya polîs parastina civakê ye û rawestandina tevlîhevîyê ye. Piştî wê ji wan tê xwestin ku yên sûcdar bigirin.

Sarnecki dibêje piranîya caran di van rewşan de polîs di xetera êrîşkirinê de ne. Rewşeke zêde strese û zêde bi zehmet e ku di halên bi vî awayî de isbatan kom bikin.

Torbjörn Sjöberg, ji navenda pêvexistina ya dezgeha dozgerîyê li Malmö ya di halê hazir de taybetî li bi hûrî li tevlîhevî û alozîyê dinerin, bi nerîna Sarnecki re ye.

-Astengîyeke din ew e ku divê ew kesana bên naskirin, ji ber ew piranîya caran rûyên xwe vedişêrin û bi maskekî dinixumînin. Eger mirov wan yekser li cî bi xwe diçin û cilên xwe diguherin. Û eger polîs bi serkeve û wan kesan nas bike astengîyeke din dikeve rêya wan de. Thorbjörn Sjöberg careke din:

-Divê mirov kare isbat jî bike ku ew kesa bi rastî beşdarî alozîyê bûye û ne tenê li wê derê amade bû dema tevlîhevî û alozî rûdan.

Piştî nearamî û aloziyên heftîya derbasbûyî nêzîka 20 kesî ji alîyê polîs ve hatin girtin. Yek ji wan 18 salîyek e ku beriya nuha ji ber gelek tawankarîyên din jî hatiye mehkûmkirin, bi gûmanên tevlîbûna di tevlîhevîya de û agirbedana bi navendeke hunerî li Husby hatiye tewqîfkirin. Gencên din yên hatibûn girtin nuha serbest hatine berdan, lê hîna jî ji alîyê polîs ve gûmanjêkirî ne.

Di piranîya rewşan de binavkirina tawanê tevlîhevîya tund û bi şidet e.

Eger mirovli rewşên wekî vê yên beriya nuha rûdane binere, mirov dibîne ku kêm kes ji ber vê tawanbarîyê hatine mehkûmkirin. Wekî nimûne di havîna 2009 de tevlîhevî li beşbajarê Uppsala, Gottsunda yê rûda. 13 genc ji ber gûmana tevlîbûna di aloziyan de hatin girtin lê kes ji wan nehate mehkûmkirin.

Li taxa Rosengård li Malmö di 2008 de di gelek rojan de alozî li dar ket, wê demê du mêrên genc ji ber tevlîhevîya tund û bi şidet hatin tawanbarkirin, lê hem dadgeha destpêkî û hem jî dadgeha istînafê wan serbest berdan ji ber kêmasîyên di karê polîs de bi tawanbarkirina wan.

Di biryara dadgehê ya dadgeha destpêkî ya Malmö yê de rexneyên tund bûn li metodên isbat û şehadetê yên birêvebiya polîsê seranserî. Nimûneyeke din, Ronna li Södertälje ye di meha nehan 2005 de ye. Wê demê sê kes ji ber tevlîhevîya tund û bi şidet hatin girtin lê kes ji wan nehate tawanbarkirin. Lêkolîn hate girtin û du ji wan serbest hatin berdan.

Ya hevbeşe di van tevlîhevîyan de û hem jî bo yên heftîya derbasbûyî li Stokcholmê bûn, ew bû ku rûdan bê pêşhişiyarîyê. Lê eger polîs berîya bibe bi wan bihes e, ku tevlîhevî û alozî karin li dar bikevin wê demê bi alîkarîya kamêreyan kesên tawankar mehkûm bikin.

Wekî nimûne dema maça tenîsê ya Davis Cup hember îsraîlê di 2009 de li Malmöyê li dar ket, di wê bûyerê de gelek genc ji ber tawana tevlîhevîya tund û bi şidet hatin mahkûmkirin.

-Jerzy Sarnecki dibêje ku li Engêlterayê, kamereyên bi kumên polîs ve hatiye ceribandin. Ew bi xwe êdî bi meseleya isbatkirin û dokumentasyonê nafikirin ji ber bi awayekî awtomatîk ji ber xwe ve dibe.

Ev sîstemeke baş e, li gor min, Profesorê warê tawankarîyê Jerzy Sarnecki dibêje ku hem bo zelalkirina tawanan baş e û hem jî bo zelalkirina awayê karkirina polîs jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".