Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelo antrenor berê sûcdar e?

Hat weşandin torsdag 30 maj 2013 kl 11.16
Foto: Scanpix

Hemû kesên ku di komele yan xebatên dilxwaziyê de pêwendiya wan bi zarokan re çêdibe bila bên kontrolkirin. Bila Tomara Tawankariyan kaxezeke ku tê de sûc nivîsandîne bide ciyê kar.

Ev pêşniyaza qanûneke nû ye ku hikûmet dixwaze bê cîbicîkirin da ku destdirêjiyên li hember zarokan bên astengkirin.

Karin Mattsson Weijber seroka Federasyona Giştî ya Sporê ye.

Bi nêrîna Weijber ev pêşniyazeke erênî ye, di karê wan yê astengkirina destdirêjiyan de ev gaveke girîng e. Erê ew ne di wê baweriyê de ye ku bi vê qanûnê re hemû pirsgirêk bêne çareserkirin, lê derfetekê dide ku kesên berê destdirêjî kirine bêne kifşkirin.

Karin Mattsson Wejber ji Federasyona Giştî ya Sporê herwiha di wê baweriyê de ye ku gelek klûb û komele wê sûdê ji vê qanûna nû wergirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".