Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd beşdarî operasyona NY li Malî dibe

Hat weşandin torsdag 30 maj 2013 kl 13.36
Hêzeke leshkerî ya Swêdê niha li Afganîstanê ye. Foto: Scanpix

Hikûmet dixwaze Swêd bi hêzeke leşkerî ya ku ji 70 kesan pêk tê tevlî xebatên NY li Malî bibe. Û hikûmet îro vê pêşniyaza xwe radestî parlamento dike. Armanc bi destekê ew e ku alîkarî bê dayin da ku heta hilbijartinên li Mali di havînê de rewş aram bibe û xelk bikaribe here dengdanê.

Van agahiyan Wezîrê Derve Carl Bildt û Wezîra Alîkariyê Gunilla Carlsson di gotareke Expressenê de eşkere dikin.

Hêza NY bi giştî wê ji 11 000 leşker, 1 400 polîs û hejmarek xebatkarên sivîl pêk bê û di destpêkê de dema mayina wan salek e.

Mali yek ji welatên herî xizan yên cîhanê ye. Destpêka sala derbasbûyî derbeyeke leşkerî dest danî ser birêvebiriyê û ji hingî ve bêîstiqrarî li welêt belav berdewam e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".