Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dadgeha YE sê mîlyon ewro ceza da Swêdê

Hat weşandin torsdag 30 maj 2013 kl 13.39

Dadgeha YE sê mîlyon ewro cezayê pereyan da Swêdê. Sebeb ew e ku Swêdê qaîdeya tomarkirina agahiyên ser înternet û telefonan di wext de cîbicî nekiriye.

Di daxuyaniyekê de dadgeha YE dinivîsîne ku çar sal ser qaîdeyê re derbas bûne heta ku Swêdê dest bi tomarkirinê kiriye û ji bo vê taxîrbûnê Swêd tê cezakirin.

Li gor biryarnameya YE tomarkirin divê bên kirin ji ber ku dema lazim bû di sûcên giran de polîs agahiyan bi kar bîne.

Heta ku li Swêdê ev biryara YE ketibû dewrê de gelek gotûbêjên germ derketibûn lê dadgeha YE ev weke sebebeke rewa nepejirand.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".