Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ask dixwaze cezayê narkotîkê bê jidandin

Hat weşandin torsdag 30 maj 2013 kl 13.41
Wezîra Dadê Beatrice Ask. Foto lasse Ahnell SR/Gotland

Bi mebesta ku lêbikolin bê cezayê narkotîkê çawa dikare bê jidandin Wezîra Dadê Beatrice Ask lêkolînekê dide destpêkirin.

Di 2011ê de Dadgeha Bilind hin guhertin di qanûna narkotîkê de kiribû û ji hingê ve cezayê van sûcan siviktir bûye.

Lê niha Ask dibêje vê guhertina berya du salan hin îşaretên şaş, mîna ku hikûmet û parlamento vî sûcî zêde cidî nagirin belav kiriye û rewş ne bi vî awayî ye.

Tê çaverêkirin ku di 2014ê de pêşniyaza nû amade be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".