Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Fahd Luyombya ji Husby:

”Her kes divê bi berpirsîyarîya xwe rabe”

Hat weşandin fredag 31 maj 2013 kl 14.54
Fahd Luyombya ji Husby li gel peyamnêr SR International Gabriel Stein.

Îro di parlamana Swêdê de gotûbêjek ango debateke taybetî derbarê nearamî û aloziya bi kevir avêtin û şewatên li derbajarên swêdî bûne li dar ket. Bo gelekan hizir û wêneya derbarê Swêdêdeke rewşbaş û aram ji bingeh ve hate hejandin û cudatîya kûr di navbera polîs û gelek ciwanên derbajaran de eşkere bû.

Beşê navneteweyî yê radyoya Swêdê, SR International, çû seredana taxa Husby li Stockholmê devera ku tevlîhevî û aloziyên heftîya derbasbûyî lê dest pê kirin ji bo peydakirina sedemên tevlîhevîyê û çareserkirinên mumkin jê re.

-Di hindirê heftîyekê de min dîtîye ku her kes gazin û kesên din sûcdar dikin. Fayd Layombya yê li Husby kar dike dibêje ku siyasetmedar hevûdû sûcdar dikin, swêdî biyanîyan sûcdar dikin û biyanî swêdîyan sûcdar dikin, yên genc gazinan li polîs dikin, polîs gazina li dêûbavan dikin, dê û bav jî dibêjin şaştîya dibistanê ye.

Lê ne kesek ji wan bi berpirsîyarîya xwe radibe û dibêje ku belê, rast e me şaştî kir û ka em dê çawa bikin di pêştir de?

Şopên ji bûyerên heftîya derbasbûyî li Husby hîn zelal û eşkere ne. Avahî hatine birîndar kirin û siyare angoi otomobîl hatine şewistandin. Gencên herêmê çend carekî hêrîşî polîs bi keviran kirine û polîs jî bi tund û şidetê hember wan hatine sûcdarî kirin. Gelek ji xelkê Husby bi xwe dîtine û bi hîstine bê polîs çawa bi gotinên nijadperestî û biçûkkirinê derbarê van gencan axivîye. Lê cudabûna navbera polîs û gencan de her kûrtir dibe. Fayd Luyombya di şirketekê kar dike û wezîfeya wî tê de ku alîkarîya gencan bike:

-Ew gencan ez bi wan ve kar dikim bawerîya wan bi polîs yekcar tune ye. Polîs herdem bi karê xwe radibe û belkî carna şidetê bikar tîne û awayên nepêwîst. Li gor baweriya min ev yeka acizîyê herî mezin saz dike.

Hussein Al Asadi yê 18 salî, yek ji wan e yê bi şev di herêmê de digerîya bo aramkirina rewşê li Husby û ew dibêje ku têdigihêje bê çima acizî hember polîs heye:

-Polîs ev tade û acizîya van gencan kirîye. Wan ew kesên bê zerer aciz kirine, wan dêûbavên gencan aciz kirine. Û milet êdî bêhn teng bûne ji vê yekê.

Lê mesele ne reş û sipî ye, li gor nerîna Dennis Torrico ku wek asîstenê li derve li Husby kar dike. Di nav wan polîsên herêmî ku li Husby kar dikin, daxwazeke zelal heye bo peydakirina diyalogekê bi gencan re:

-Nerîna min ew ku polîs peywendî û elaqeteke xweş bi xelkê Husbyê re dixwaze.

Marie Hummer, şef e bo polîsê herêmî ya Husby girêdayê wê re. Ew di 20 salan de polîs e û di vê demê de du pêşketin di derbajaran de dîtîye. Yek jê eleqdarîyeke bêhtir e bo polîs ji alîyê piranîya nişteciyan ve û ya din ew e ku dijminatiyeke bêhtir di nav wan yên hej polîs nakin çê bûye :

-Awayê axaftin û têkilîyê hişiktir bûye di nav wan yên ji me hez nakin. Nehezkirina ji polîs bûye tiştekî xweş û paye. Lê dema mirov dipirse gelo çima ? wê demê mirov bersivdanên baş jê re nabihîze.

Marie Hummer bihîstiye ku polîs gotinên nijadperestî û şidet hember xelkê herêmê bikaraniye û eger ev ragihandin rast bin, ew dibêje ev yeka yekcar neqebûlbar e û ji wan kesên bûne qurbanên van bûyeran dixwaze ku li wan polîsan gilî bikin.

Fayd Luyombya yê li Husby kar dike dibêje ku êdî divê herkes bes heûdû sûcdar bikin û divê dest pê bikin û bi hev re biaxivin, diyalogan li dar biaxivin. Li gor nerîna wî dê baş be eger polîsên bi zaniyarîyên li ser derbajaran di wan de kar bikin û hîn çêtir e eger bi xwe ji wan herêman bin:

-Eger ez wekî gencek polîsekî di herêmê bibînim yê karê xwe dike, wê demê dê nerîna min cuda be û belkî gotinên nexweş jê re nebêjim û ew jî belkî ji min tê bigihêje dema jë dibêjim ne bi dilê min e tu min li pêş hemûyan min teftîş û çavdêrî dikî, belkî tu karibi bi awayekî paktir bikî ? Luyombya dibêje baştir e eger kesên ji van deveran, hem di asta biryardanê û hem jî bo wan yên di meydanê de li vê derê kar bikin.

Abraham Gebreyuel ji 1983 de li Husby dijî û ew bi xembarî li navûdengîya Husby ya îro dinere:

-Kesên din yên li Husby dijîn dibêjin jiyana li vê derê zêde nexweş e û ji me re astengî derdikevin dema em daxwaza karî dikin. Em divê li hemberî vê yekê kar bikin, Abraham Gebreyuel dibêje Husby beşek e ji Stockholmê û Swêdê. Li di çavên gelekan de ku Husby ghetto ye, herêmeke têr xirabî. Husby ji bo min belkî ne beheşt be lê devereke baş e.

Abraham Gebreyuel bû ji Husby. Warsame Elmi û Gabriel Stein bûn ji radyoya navneteweyîya Swêdê hevpeyivînên di vê raporê de amade kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".