Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Jaffer Sheyholislami

”Xewneke kurdan ya hevbeş nîne!”

Hat weşandin fredag 31 maj 2013 kl 17.01
Ziman û nasname
(8:45 min)
Jaffer Sheyholislami. Foto: Privat
Jaffer Sheyholislami. Foto: Privat

"Medya di duristkirina tiştên hevbeş de roleke sereke dibîne. Bi saya heza hevbeş, tarîxa hevbeş, xema hevbeş, paşeroj û xewna hevbeş nasnameyeke grûpî, komeleyî durist dibe. Û nasname jî ji bo çêkirina grûpeke etnîkî yan neteweyî esasî ye. Lê gelek îşaret hene nîşan didin ku kurd ne xwediyê yek xewnê ye".


Ev gotinên yek ji beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî li Västeråsê lêkolîner Jaffer Sheyholislami (Cafer Şeyxulislamî) ne.

Îro 8. konferansa mamosteyên kurdî li Swêdê li bajarê Västeråsê bi dawî bû. Konferans bi hevkariya şaredariya bajêr û Dezgeha Giştî ya Dibistanan (Skolverket) hatibû amadekirin.

Yek ji beşdarên konferansê lêkolînerê zimên Jaffer Sheyholislami (Cafer Şeyxulislamî) bû. Bi Sheyholislami re me hevpeyvînek li ser giringiyên zimanê yekem, rola zimên ya li ser kesayet û nasnameyê û herwiha kêmasiyên nasnameya kurdî çêkir.

Lêkolînerê zimên Jaffer Sheyholislami dide zanîn ku ew ji dêla peyvên ”zimanê zikmakî” yan jî ”zimanê dayikê” de peyva ”zimanê yekem” rasttir dibîne û di tevahiya hevpeyvînê de ew vê gotinê bi kar tîne.

"Dibe ku ji bo kesekî zimanê destpêkê ne zimanê dayikê be. Ji bo yekî ku zimanê wî yê destpêkê ne zimanê dayika wî ye, nayê wê wateyê ku zimanê dayikê jê re her baş e. Bi min duristtir e ku mirov ji wî zimanê ku zarok pêşî fêr dibe re bêje ”zimanê yekem”."

Belê, babeta hevpeyvîna me rola zimanê yekem ya li ser şikildana kesayetê ye. Sheyholislami ji çend perspektîfan ve giringiya zimên di vî warî de rave dike.  

"Dema zarok diçe dibistanê du tiştan fêr dibe; ziman û agahdarî ango naverok e. Zaroka ku bi zimanê yekem diçe dibistanê tenê agahdariyan fêr dibe û nextekî zimanê akademîk fêr dibe û paşê rehettir dikare naverokê fêr bibe".

Û fêrbûna zimanê yekem dibe hîmek, dibe bingehekî saxlem da ku mirov bikaribe paşê bi hêsanî xwe fêrî zimanên din jî bike.

"Ji ber ku dema em li dibistanê xwe fêrî zimên dikin em ne tenê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dikin. Em herwiha xwe hîn dikin bê wekî nimûne em çawa rexnegirî bifikirin. Yekî ku bikaribe bi zimanê yekem vêya bike pir bi hêsanî êdî dikare bi zimanê duyem û sêyem jî bike".  

Lê zarokên kurd hem li sê beşên Kurdistanê hem jî li derve perwerdeya xwe ne bi kurdî dibînin. Di mal de ziman kurdî be jî gava zarok derdikeve der, li dibistanê, bi hevalên xwe re, li ber televîzyon û komputerê zimanên din derbas dibin. Ev jî barê zarokê giran dike û serêşiyan jê re derdixe.

"Bakur û rojhilatê Kurdistanê jî di nav de li gelek deverên cîhanê lêkolîn nîşan didin ku ew xwendekarên ku ne bi zimanê xwe yê yekem dixwînin gelek caran dibistanê temam nakin, ji xwendinê bêzar dibin û baş fêr nabin. Gelek caran nikarin danûstandinê bi yên din re bikin û paş dikevin. Ji ber ku hingê zarok neçare zimanekî cihê fêr bibe, zimanekî akademîk fêr bibe û naverokê jî fêr bibe. Yanî erka wî sêqat dibe".

Di vî halî de, dibêje Jaffer Sheyholislami wezîfeyeke mezin dikeve ser milên dêûbavan ku divê ew hînbûna zimên ya li dibistanê têr nebînin û li malê zimanê xwe yê yekem bêxin alavek pêwendiyê û bi zarokan şêrîn bikin.

"Divê mirov hewl bide ku zimanê yekem bike bi pêwendiyek, bike alavek ji bo pêwendîgirtina malbat û zarokan. Ji bo ku ew pêwendî û elaqe, evîn û xoşewîstiya di nav malbatê de zêde bike. Zimanê yekem dikare alavekî pir bi hêz be ji bo ku pêwendiya zarok û dêûbavan bihêz bike. Dikarin kultura xwe ser piyan bigrin û dikarin elaqatê bihêztir bikin. Weke nimûne eger dê û bav êvaran  çîrokekê ji zarokê re bi zimanê yekem bixwîne elaqat sed qatî zêdetir dibe".

Dibe ku di vê hewldana dêûbavan de di destpêkê de zarok hin galgal û nûznûzê bikin, bes lêkolînên li ser kesên ku zimanê malbatê nizanin nîşan didin ku paşê giringiyeke wê ya mezin herwiha li ser nasnameyê çêdibe.

"Dema zarok digihine temenê balixbûn û xwenasînê (xwenasîn ne tenê bîyolojîk e ew herwiha fikrî û manewî jî ye) hingê dinêrin yek ziman, yek sermaye, yek destmayiya ezîm li ber dest bûye lê ji kîsî çûye.

Lewra hem ji bo perwerdeya mêjî, hem ji bo ragirtina kulturê, hem ji bo duristkirina pêwendiyê di navbera dêûbav û zarokê de, hem jî ji bo nasnameya paşeroja zarokê pêwist e mirov pir girîngiyê bide zimanê yekem".

Lê gelo ji bo wan kesên ku perwerdeya wan ne bi zimanê wan yê yekem e çi encam derdikevin pêş û ew çi tesîrên neyênî li ser mirovan dike?

Jaffer Sheyholislami ku halê hazir li Zaningeha Carleton li Kanada di beşê Lêkolînên Ziman û Lîngwîstîk de xebatên xwe dimeşîne, berya du salan di pirtûkeke bi navê ”Nasnameya kurd, dîskurs û medya nû” kitêbek lêkolînî weşand. Ji bo afirandina nasnameyeke kurdî ew balê dikişîne ser ziman û dewra medya û çapemeniyê.

"Nasname tişteke ku em çêdikin, tişteke ku tê duristkirin. Gelek caran jî nasname bi rêya zimên, wêne, pêwendiyan durist dibe. Ji ber ku eger em weke takekes li hev ne miqate bin, weke takekes em nikaribin têgeh û wateyan bi hev re dabeş bikin, wê demê em ê nikaribin civateke hevbîr, hevfikir û hevarmanc durist bikin".

Di cîhana modern de ev gişt bi rêya medya têne duristkirin.  Medya di duristkirina van tiştên hevbeş de roleke sereke dibîne. Bi saya heza hevbeş, tarîxa hevbeş, xema hevbeş, paşeroj û xewna hevbeş nasnameyeke grûpî, komeleyî durist dibe. Û nasname jî esasîye ji bo çêkirina grûpeke etnîkî yan neteweyî.

Û bi baweriya Sheyholislami gelek pirsgirêkên kurdan hem wekî şexs hem jî civakî ji bo wê ye ku hîna ne gihaye wê asta ku bibe xwediyê nasname û xewneke hevbeş.

 

"Eger neteweyeke ne xwediyê medyayeke wiha be pir zehmete bikaribe yekgirtî be. Ne li Stockholmê ne jî li devereke din weke nimûne radyo yan çapemeniyeke netewî ya 24 saetî nîne. Ev jî wê nîşanê dide ku kurd ne xwediyê yek xewnê ne". 


Du raporên berê yên li ser zimanê kurdî


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".