Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Eger nûner nebe, pere jî nîne

Hat weşandin måndag 3 juni 2013 kl 10.25
Nêzîkê 50 kursiyên SD bê nûner in.

Hikûmet naxwaze alîkariya partiyan ya ku ji meclîsên belediyan re diçe here ji kursiyên vala re. Yanî eger kesek ketibe meclîsa belediyê û piştre îstifa kiribe bila desteka partiyê ya ji bo wî kursî bê birîn.

Pêşniyazeke din ya hikûmetê ew e ku piştgiriya ji bo partiyan tenê ji bo pêşdebirina demokrasiyê li şaredariyan bê bikaranîn û ew li çalakiyên netewî neyê xerckirin.

Hikûmet herwiha dixwaze ku şertê raporkirinê bê danîn da ku partî rohnî bikin bê wan alîkariya ku ji wan re çûye çawa bi kar anîne.

Guhertineke wiha dê herî zêde tesîrê li Demokratên Swêdê (Sverigedemokraterna) bike, ji ber ku derdorê 50 kursiyên wan bê nûner in. Wek nimûne tenê li bajarê Eskilstuna şeş cîyên wan vala ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".