Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cezayê bêdestûr ketina komputeran tê jidandin

Hat weşandin måndag 3 juni 2013 kl 10.29
Yê ku bêdestûr bikeve komputera kesekî din heta 6 sal cezayê zindanê dikare bixwe.

Kesên ku bêdestûr dikevin komputeran bila cezayê wan bê girankirin. Cezayê herî zêde yê vî sûcî ku niha du sal zindan in, bila bibe şeş sal. Ev daxwaza lêkolînerê hikûmetê Nils Rekke ye:

-       Girêdan û pabendiya civakê ya bi sîstemên komputerê îro pir zêde ye û gelek giranbihayiyên xelkê dikevine xeterê. Lewra em pêşniyaz dikin ku bêdestûr ketina komputeran weke sûcê giran bê binavkirin. Bi vî awaya dereceya ceza tê bilindkirin.

Pêşniyazeke din ya Nils Rekke ew e ku şîrketên înternetê danûstandinên elektronîk yên mişteriyan biparêzin û eger pêwist bû ew agahî di lêkolînkirina sûcan de bê bikaranîn.

Û di van lêkolînan de divê pisporên komputeran bên mecbûrkirin da ku agahiyên di serveran de derxin der û bidine lêkolînerên sûcan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".