Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cîyên xwendinê kêm dibin

Hat weşandin måndag 3 juni 2013 kl 11.14
Foto: Sanna Thorén

Di van sê salên dawî de hejmara ciyên xwendinê li zanîngeh û dibistanên bilind bi 16 000 kêm bûye. Lêkolînek di vî warî de ji aliyê Sosyaldemokratan ve hatibû xwestin û ev reqem di encama lêkolînê de eşkere dibe.

Li gor pêşbîniyên ku têne kirin heta çar salên din 10 000 ciyên din jî wê kêmtir bibin.

Hikûmet radigihîne ku gelek sebebên vê kêmbûnê hene. Yek ji sedeman ew e ku Swêd êdî heqê xwendinê ji xwendekarên derve distîne û loma hejmara wan kêm bûye. Û xalek din jî li gor hikûmetê ew e ku hewesa xwendinê di nav ciwanan de kêm dibe.

Lê ji aliyekî din ve hejmara miracaetên dibistanên bilind kêm nebûye. Berovajî wê Konseya Zanîngeh û Ddibistanên Bilind dide zanîn ku ev şeş sal in ser hev hejmara serlêderan zêde dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".