Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Di bin navê xêrxwaziyê de çûna derve hêsan e

Hat weşandin måndag 3 juni 2013 kl 13.00
Foto: Mikael Sjödell/SR Kaliber

Kesên ku bi navê dilxwaziyê diçine derveyî Swêdê da ku li stargehên zarokan kar dikin baş nayêne kontrolkirin. Ev di lêkolîneke bernameya Radyoya Swêdê Kaliber de derdikeve holê.

Yek ji buroyên xêrxwaziyê yên herî mezin ”Projekts Abroad” dibêje li gor qaîdeyên wan her kesê ku dixwaze biçe derve pêşî tê kontrolkirin, ji tomara tawankariyan (Belastningsregistret) kaxezek tê xwestin û li kesên ku wan nas dikin tê gerîn bê ew çawa ne.

Lê dema rojnamevanê Kaliber bi heman buroyê re kete têkiliyê ji bo ku biçe Kamboçya qet kontrolek nehate kirin bê ew kî ye û çi kiriye.

Bê çawa ev dikare wiha bibe tu bersiva Lars Lindeberg ji Projects Abroad nîne.

Kamboçya bi turîzma seksa zarokan meşhûr e. Piştî belavbûna bernameya Kaliber hejmarek rêxistinên mafê zarokan û pisporan nerazîbûna xwe nîşan dan. Rêxistinek ji van Ecpat e ku li hember destdirêjiya zarokan dixebite. Inger Davidsson cîgirê serokê Ecpat e:

- Eger ev tişt rast bin û xuya ye ku rast in wê demê pirsgirêk cidî ye, ji ber em dizanin ku gelek pedofil ji bo ku zarokan bi dest bixin li stargehên zarokan digerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".