Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji bo kifşkirina temenê zarokan metodeke nû

Hat weşandin tisdag 4 juni 2013 kl 10.49

Daîreya Koçê (Migrationsverket) ji bo ku temenê zarokên penaber yên ku bi tenê hatine Swêdê kifş bike dest bi metodeke nû kiriye.

Di çar mehên destpêka îsal de 930 zarok bi tenê hatine Swêdê. Ji %12ê van guman ji wan tê kirin ku ew ser 18 salî re ne.

Îcar ji bo kifşkirina temen, dema Daîreya Koçê gumanê ji yekî dibe ku temenê wî ser 18 salî re ye niha metodeke nû bi kar tîne. Li gor vê metodê miayeneya rontgenî ya bazinê destan, îskelet û diranê wan tê girtin û nirxandina doktor tê standin.

Oskar Ekblad, ji Daîreya Koçê ji vê metoda nû razî ye. Lê ew dibêje ev metoda nû jî ne bêkêmasî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".