Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi desteka taybet kar peyda nebûye

Hat weşandin tisdag 4 juni 2013 kl 11.21

Desteka ji bo şîrketên biçûk karê nû peyda nekiriye. Ev encama raporeke pisporan ya bi navê ESO ye ku îro rapora xwe radestî hikûmetê dike.

Raporê li bazara kar ya Swêdê ya van 20 salên dawî nêrî ye. Herçend di vê navberê de bi rêya şîrketên biçûk û navencî gelek kar hatibin peydakirin jî ekseriyeta kar li şîrketên mezin in. Encama raporê ew e ku bi desteka taybet ya ji bo şîrketên biçûk karên nû nayêne afirandin, lê tişta ku karan diafirîne pirrengî ye.

Yek ji wan kesên ku rapor nivîsandiye profesorê ekonomiyê Lars Persson e.

Persson yê ku herwiha cîgirê berpirsê giştî yê Enstîtuya Lêkolîna Bazara Karî ye dibêje:

- Eger meyla me ew be ku em piştgiriyê bidine şîrketên biçûk, wî wextî em dikarin bibine sedema astengiyan ji bo pêşketina şîrketên mezin. Ku wiha biçe bi demdirêjî şîrketên biçûk dikarin zêde bibin û yên mezin ku di pêşveçûnê de rolekî girîng dilîzin kêm bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".