Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lööf rexneyeke resmî xwar, lê encam dê çi be?

Hat weşandin tisdag 4 juni 2013 kl 12.09
Annie Lööf û serokê Desteya Destûrî - KU Peter Erikssn. Foto: Scanpix

Desteya Destûrî ya parlamentoya Swêdê (Konstitutionsutskottet - KU) hem wezîrê berê yê parastinê Sten Tolgfors hem jî wezîra niha ya endustrî û bazirganiyê Annie Lööf rexne dike.

Tolgfors ji ber ku birêvebiriya FOI ya fabrîkeya çekan ya ku li Erebistana Siûdî tê çêkirin tê rexnekirin û Annie Lööf ji ber ku wê agahiyên şaş dane.

Lê bi nêrîna siyasetnas ji Zanîngeha Lundê Mikael Sundström tu wateya mezin ya rexneya KU nîne.

- Ji aliyê resmî ve ev guhkişandineke jidihayî ye, lê bi rastî xelk zêde pê re eleqedar nabe û ji xwe re nake xem. Yên ku ji Annie Lööf aciz in dê vê jî weke hîncetekê bi kar bînin, lê yên ku jê xweş in wê guh nedine vê rexneyê.

Li gor Sundström ji rexneya KU bêhtir yên ku paşê rexneyê dişopînin û nexasim gava ku çapemenî û medya bi pirsê re mijûl dibe, pêvajo pêş dikeve û mesele cidî dibe.

Tu îmkana Desteya Destûrî nîne ku ceza bide yan jî wezîrekî mecbûrî îstifayê bike. Mebest bi rexneyê bêhtir ew e ku wezîrek yan jî hikûmetek bi hişyariyê re şêweyê xwe yê kar berçav re derbas bike û careke din heman şaşîtiyê neke.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".